MEBYA-DER: Dixwazin cenazeyan bêkes bihêlin

  • 14:57 6 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - MEBYA - DER derbarê nedayîna cenazeyan daxuyaniyek da û gotin: "Li hemberî nêzîkatiya cenazeyan divê em dengê xwe derxin. Cenazeyên me ne bêkes in û em bêdeng namînin."
 
Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) derbarê nedayîna cenazeyên endamên HPG'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li goristana Yenîkoyê yê bêkesan daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Destpêkê de hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas axivî û diyar kir ku ew cenazeyan bêkes nîn in û got: “ Dewleta Tirk Şerê xwe ya taybet zêdetir li ser malbatan ve dimeşîne. Zarokên malbatan jiyana xwe jidest didin lê, DNA’ê didin lê benda DNA’ê namînin û wan defne goristanên bêkes dikin. Dixwazin wan bêdeng bikin û cenazeyan bêkes bihêlin. Lê heta ku bi rê û rêbazên însanetî, olî de ben defin kirin em ê bertekên xwe bidin.”
 
‘Pêşî gotin cenaze heye dûvre gotin tune ye’
 
Pişt re Miyaser Bayram, xwişka wê Ayşe Bayram'a ku di sala 2019'an de jiyana xwe jidest daye û niha cenazeyê wê nayê dayîn axivî. Miyaser, got: “Xwişka min 2014’an de tevlî bibû û 2019’an de şehîd ket. Em çûn ji bo DNA’ê serî lê bidin lê ji me re gotin 'Dê û bavê wê tune'. Em çûn dozgeriya Beytûşebapê lê dozger ji me re got, cenaze nayê nas kirin. Destpêkê de gotin cenaze heye le piştre bi hev re ketin pêwendiyê û gotin cenaze tune ye. Her wiha heqaret li me kirin.”
 
‘Li hemberê vê zilmê divê em dengê xwe derxin'
 
Miyaser, diyar kir ku divê li hemberî vê rewşe dengek xurt bê derxistin û wiha axivî: “Kesên ku dibêjin em parastina mafên mirovan dikin bila li hemberî vê yekî bêdeng nemînin. Dewlet her tim li ser malbata me zilmê dike. Dewleta Tirk çi ji me dixwaze? Bila ev şerê qirêj a derûniyê li ser me nemeşînin. Ji me re dibêjin em ê gorên we vekin. Bila cenazeya xwişka min bidin. Heta ku emre min hebe, ez ê li pey cenazeya xwişka xwe bim."