'Bi yekîtiya neteweyî serkeftin dikare pêk were'

  • 14:27 6 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarî bûyerên li Herêma Kurdistanê gotin:"Em naxwazin xwîn û girî bibînin. Em yekîtiya neteweyî dixwazin."
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarî geşedanên li Herêma Kurdistanê li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Dayikên Aştiyê Emîne Denîz û Meryem Turan ve hat kirin.
 
'Em pêşiya şer bigirin'
 
Emîne bal kişand ser bûyerên dawîn ên li herêma Başûrê Kurdistanê û wiha got:"Ez bangî Barzanî dikim bila vî şerê birakujiyê bide sekinandin. Bila pêvajoya diyalogê dest pê bike û rageşî di navbera kurdan de çênebe. Em Dayikên Aştiyê aştiyeke mayînde dixwazin. Banga min ji bo hemû sazî û dezgehên kurdan heye bila kongereyeke neteweyî were lidarxistin. Ji bo peydakirina rêya çareseriyê hemû kurd bila beşdar bibin. Em kurd destên xwe bidin hevdu û pêşiya şer bigirin. Bila başûr pişta xwe nede Tirkiyeyê. "
'Bi yekîtiya neteweyî serkeftin dikare pêk were'
 
Meryemê di daxuyaniyê de behsa girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan kir û got: "Divê li ser xwîna zarokên kurdan êdî siyaset neyê meşandin. Kurd bi yekîtiya neteweyî dikarin serkeftinê bi dest bixin. Mesûd Barzanî ku behsa biratiyê dike nexwe çima pişta xwe dide Tirkiyeyê û hevkariya dewleta tirk dike. "
 
Daxuyanî bi dirûşma dayik şer naxwazin, aştiyê dixwazin bi dawî bû.