Aktivîstên TJA'yê sibêhê li Cizirê meş li dar dixin

  • 14:19 6 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA, sibêhê li Cizirê di çarçoveya kampanyayê de ji bo 25’ê Mijdarê meşek li dar bixe. Ji bo tevlîbûnê bang li jinan kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li navçeya Cizîr a Şirnexê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Têkoşîna Tundiya li dijî Hember Jinê ya Navneteweyî li Cizîrê sibê meşek li dar bixe. Ji bo tevlîbûna meşê bang li jinan hat kirin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a  HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara navçeya Sûrê ya Amedê ku şuna wê qeyûm hat tayînkirin Fîlîz Buluttekîn, Hevseroka HDP’ê ya Surê Hatun Yildiz, Hevşareda navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku şuna wê qeyûm hat tayînkirin Semîre Nergîz û gelek jin li taxên Cudî û Nurê mal bi mal geriyan banga tevlîbûna meşê kirin. 
 
Jinan, di derbarê kampanyayê de jinan agahdar kirin û belavokên derbarê kampanyayê de belav kirin.