2’yemîn Konfransa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest pê kir

  • 13:40 6 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - 2'yemîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya Herêma Efrînê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye em ê teqez bi ser kevin" li navçeya Ehdasê li Şehbayê dest pê kir. 
 
Bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye em ê teqez ser bikevin" 2'yemîn konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê bi tevlîbûna 500 delegeyan dest pê kir. Her wiha nûnerên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kantona Şehba û Efrînê tevlî konferansê bûn. Hola konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatibû xemilandin. Konfernas bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. 
 
Paşê Rêveberiya Meclîsa Kantona Efrînê Newroz Efrîn axivî û wiha got: " Gelê Kurd di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe. Di serdema me yê îro de her netewek bi rengê xwe dixwaze xwe îfade bike. Tirkiyê îro bi rûyê xwe yê DAIŞ'ê, di hemû aliyan de gefan davêje Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiye hewil dide siyaseta xwe li ser hemû hêzên ku dagirkerî û faşîzmê qebûl dikin bide meşandin.Ger em bixwazin li hember van polîtikayên qirêj bisekinin divê em yekîtiya gelan ava bikin. Hêzên ku îxanetê li gelê xwe dikin û rê li pêşiya dagirkeriyê vedike heq nake ku li ser vê erdê bijî. Kesên ku ji bo gelê xwe şer dike, dikare xwedî li welatê xwe derkevin."
 
Paşê perspektifa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê herêma Efrînê Esma Mistef ve hate xwendin.
Konferans bi xwendina rapora 2 salan a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê dewam dike.