PENa Kurd: Bêyî yekrêziyê gelê Kurdistanê nikare bigihîje armancên xwe

  • 12:41 6 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda PENa Kurd di daxuyaniya têkildarî yekîtiya neteweyî de ragihand ku bêyî aştiya navxweyî û yekrêziya Kurdan gelê Kurdistanê nikare bigihîje armancên xwe.
 
Têkildarî yekîtiya neteweyî de Navenda PENa Kurd daxuyanî da. PENa Kurd di daxuyaniya parve kir de da zanîn Ligel ku di vî warî de ji aliyê kes û saziyên sîvîl ên Kurdan ve bi sedan, bi hezaran daxuyanî hatine dayîn û bertek hatine nîşandan jî, tirsa me ew e ku careke din bi teşwîqa dijminên Kurdan şerê navxweyî ango şerê xwekujiyê dest pê bike û got Gelê Kurd ji bo hebûn û azadiya xwe di hemû waran de gelek berdêl dane, nabe ku evqas bêrêzî û terkexemî li hember neteweya Kurd bê kirin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Xebata Kurdan di sed salên derbasbûyî de ev rastî ji bo hemû aliyan derxistiye holê ku bêyî aştiya navxweyî û yekrêziya Kurdan gelê Kurdistanê nikare bigihîje armancên xwe. Her wisa nikare sûdê ji wan derfetan bistîne ku li Rojhilata Navîn peyda bûne. Ne tenê ew, belkî nebûna aştiya navxweyî dikare destkeftiyên heyî jî bixe nava metirsiyan.
 
Gelê Kurd gelek berdêl daye
 
Ligel ku di vî warî de ji aliyê kes û saziyên sîvîl ên Kurdan ve bi sedan, bi hezaran daxuyanî hatine dayîn û bertek hatine nîşandan jî, tirsa me ew e ku careke din bi teşwîqa dijminên Kurdan şerê navxweyî ango şerê xwekujiyê dest pê bike. Gelê Kurd ji bo hebûn û azadiya xwe di hemû waran de gelek berdêl dane, nabe ku evqas bêrêzî û terkexemî li hember neteweya Kurd bê kirin. 
 
Divê çapemeniya Kurdan hestiyar tev bigere
 
Ji aliyê din ve em dibînin ku hinek beşên ji çapemeniya Kurdan ji ezmûn û şerên navxweyî yên berê qet aqil negirtine û bi weşaneke alîgir a ku agirê şerxwaziyê geş dike doza neteweyî ya gelê Kurd bi paş dixin. Divê çapemeniya Kurdan bi awayekî hestiyar û bi berpirsyarî li gel şert û mercên heyî yên li Kurdistanê tev bigere û bi tu awayî nebe sedema geşkirina tevliheviyên di navbera partî û pêkhateyên siyasî-civakî yên Kurdistanî de.
 
Di hemû kes mafê gelê xwe biparêze
 
Ji bo belavkirina bîr û ramanên aştîxwaziyê û çanda hevqebûlkirina di nava civakê de barekî girîng dikeve ser milê rewşenbîr, çapemenî, rayedar û rêvebiran. Bi çi awayî dibe bila bibe, bi berpirsiyarî û hestiyariyeke welatparêz divê rêyên diyalogê bên dîtin û rê li pêşiya birakujiyê ango xwekujiyê were girtin. Divê hemû kesên ku xwe welatparêz dibînin li hemberî vê rewşê dengê xwe bilind bikin, qet rê nedin vê malxerabûnê û di hemû şert û mercan de mafê gelê xwe biparêzin.
 
Divê hemû kes xwe berpirsiyar bibîne
 
Em wek Navenda PENa Kurd, ji hemû aliyên hêzê Kurdan daxwaz dikin ku nekevin dehfika dijminên gelê Kurd û li gor berjewendiyên neteweya xwe gava bavêjin. Gerek bê zanîn ku heke şerekî navxweyî çêbibe dê tu aliyekî mafdar ê vî şerî tune be û raya giştî dê hemû aliyan berpirsiyar bibîne û tawanbar bike. 
 
Komîteya Birêvebir a Giştî
 
Navenda PENa Kurd"