Leyla Guven: Naxwazin fikrên Abdullah Ocalan li derve belav bibin

  • 11:08 6 Mijdar 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku li girtîgehê da destpêkirin bi hezaran kes tevli bû. Leylayê diyar kir ku naxwazin fikrên Abdullah Ocalan li derve belav bibin û got ku divê êdî Abdulah Ocalan di nav gel de be. 
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Pişre jî 3 hezar 500 girtî dest bi çalakê kirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî di 3’ê Adarê de li avahiya Rêxistina HDP’ê dest bi çalakiyê kirin.  30 girtî li dijî pêvajoya ku tê meşandin de greva birçibûnê veguherandin rojiya mirinê. Divê pêvajoyê de 9 kes bi çalakiyan dawî li jiyana xwe anîn û tecrîda heyî şermezar kirin. Leyla Guven derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
Leyla, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya vê demê û got: “Di vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê demokrasî qet di merîtiyê de nebû. Hem li hindûr û hem jî li dervê Tirkiyê di nava pirsgirêkên dijwar de bû. Di vê pêvajoyê de bi taybetî li hemberî kurdan polîtîkayên dijwar hatin meşandin. Operasyona li hemberî Rojava di rojevê de bû, parlamenteriya hevalên me hatin betalkirin, gelek siyasetmedarên kurd hatin girt, qeyûm tayînê şaredariyan kirin û li hemberî welatiyan êriş û zextek mezin hebû. Xebatên KCD’ê hatin krîmînalîze kirin. Delegeyên kongreyê dihatin darizandin û ceza li van dihatin birîn. Her wiha di vê demê de îqtîdara MHP-AKP’ê operasyona li hemberî Efrînê girtibû rojeva xwe. Derbarê mijarê de partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl  xwestin li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyek bidin çapemeniyê lê, em bi mudaxaleyekî hişk re rûbirû man. Piştî du rojan îqtîdar li hemberî Efrînê operasyonek pêk anî û çeteyên OSO’yê li Efrînê hatin bicihkirin. Di vê demê de derbarê min de ji hêla Dozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsînek hat destpêkirin û ez hatim binçavkirin. Ez 11 rojan di binçavan de mam û piştre jî hatim girtin.”
 
‘Min di 7’ê mijdarê de biryara xwe ragihand’ 
 
Leyla di axaftina xwe de wiha bal kişand ser Girtîgeha Tîpa E a Amedê: “Dema dibêjin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê polîtîkayên îşkence û qetilkirinê yê Esat Oktay tê bîra mirovan. Lê vê demê kurd li ber xwe dan. Min her tim ji xwe digot gelo divê em çi bikin? Li girtîgehê mirov bêtir hûr difikire. Li dervê darbeyek pêk hatibû û plana têkbirinê ketibû devrê. Bajar hatibûn hilweşandin. Li vir tişta ku dikeve bîra mirovan jî rola Birêz Ocalan e. Bi helwest, pratîk û projeyên xwe yên aştiyê ji bo gelek siyasetmedaran bû çavkaniyek. Birêz Ocalan di nava tecrîdê de bû. Ji bo rola xwe bilîzê divê tecrîd bi dawî bibe. Di vê rewşê de li Tirkiyeyê hilbijartinek pêk hat û ez di hilbijartinê de wekî namzeta Colemêrgê hatim nîşandan û ez li vir hatim hilbijartin. Ji ber vê jî êdî nasnameyek min din jî hebû. Hem hevseroka KCD’ê bûn û hem jî parlamentera Colemêrgê bûm. Her wiha hem jinek bûm, hem kurd bûm, hem dayik bûm hwd. Dema min van nasnameyên xwe dît divê min tiştek bikira. Ji bo Birêz Ocalan her tim ciwan li pêş bûn, lê vê carê dor dora min bû. Piştî lêhûrbûnek dem dirêj min di 7’ê mijdarê de di danişînê de min biryara xwe anî ziman.” 
 
'Bandora girtîgeha Amedê hebû'
 
Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser biryara xwe ya çalakiyê û wiha axivî: “Dema mirov biryarek bigire mekan li ser mirovan bandorê dike. 40 sal beriya niha ket bîra min û li vê girtîgehê çi bibû? Ev dîwarên li vir şahîdiya çi kiribûn? Helwesta Sakîne Cansiz çi bû? Berxwedana Kemal, Hayrî, Mazlûm, Ferhat, Eşref, Mahmût û Necmî li çawa bû? Min digot xwezî zimanê van dîwaran hebûya… Gelo ez li girtîgehek din bûma min ê biryarek wisa bida, nizanim. Lê ez dikarim bêjim dema min çavê xwe digirt hemû heval dihatin serdana min. Her tim heval Sakîne dihat bîramin, têkoşîn û berxwedan wê dihat bîra min. Belê rastê em niha girtî ne bi fîzîkî lê çekek me heye ku em dikarin bikar bînin. Ev çek jî bedana mirovan bû. Mirov dikarî bi vê rêyê gelek tiştan bêje û dengê xwe derbixe. Li ser vê esasî di biryar girtina min de Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bandorek li ser min kir.” 
 
‘Ez ne bi tenê bûm..’ 
 
Leyla biryara xwe di danişînê de ragihand û wiha bi lêv kir: “Min biryara xwe heta roja danişînê ji kesekî re negot. Min dixwest çalakiyê bi tenê bidomînim. Min dest pê kir divê ez ê bidomînim. Lê belê wekî gotina min nebû piştî 38 rojan komên ewilê dest bi çalakiya bêdem û  bêdorveger kirin. Piştre jî rojiya mirinê dest pê kir.  Ligel rojiya mirinê çalakiyên fedaî hatin destpêkirin. Min nedizanî ku çalakî dê bê vê astê.  Li hemberî gel berpirsiyartiyek min hebû, piştî ku min çalakiyên fedaî bihist ez bêtir bi bandor bûm. Di nava 200 rojî de bi rojiya mirinê û çalakiyên fedayî min dizanî ku ez ne bi tenê me. Rakirina tecrîdê daxwaza bi milyonan mirovan e. Di dema girtîgehê de min ne dikarî ez çapemeniyê bi şopînim. Bi saya hevdîtina malbat û parêzaran me dizanî ku li derve çalakî hene. Hefteya destpêkê çalakî qels bûn, lê pişt re di nava civakê de bertek û çalakî zêde bûn. Me dizanî ku bi taybetî dayikên girtiyan û Dayikên Aştiyê li qadan di nava çalakiyan de bûn. Êdî dayik bi lacikên xwe yên spî bûn sembolek. Şîdeta ku li hemberî dayikan êdî di mejiyê her kurdekî de bi cih bû.”
 
‘Bi saya 9 kesan tecrîd hat şikandin’
 
Leyla di axaftina xwe de bal kişand ser rojevîbûna çalakiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku çalakî bû rojev Mehmet Ocalan di 12’yê çîlê ya 2019’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ji bo me xwestin gavek bavêjin. Birayê wî çû û dît, rewşa wî baş e wisa nêzî me bûn. Lê me biryara xwe bi zelalî anî ziman û me ji wan re got daxwaz ev nîne. 8 sal in parêzer naçin hevdîtinê divê ev qedexeya hevdîtinê jî holê rabe. Serdozgeriya Komarê yê Amedê hat girtîgehê û ji me re got ‘Hevdîtin pêk hat gelo hûn dev jî çalakiya xwe bernadin?’ Bi vê gotinê me zanî ku hewldan tenê ji bo bi dawî kirina çalakiyê ye. Di vê pêvajoyê de 9 kes dawî li jiyana xwe anî. Me dixwest em bi wan re bi ser kevin. Armanca me ya yekem şikandina tecrîdê û ya din jî bê zerar bi dawî kirina çalakiyê bû. Bi çalakiya 9 kesan tecrîd hat şikandin. Ev serkeftina 9 kesan bû. Wezîrê Dadê ji bo 82 milyon kes bibhise got ‘Qedexeya hevdîtina parêzeran rabûye û parêzer dikarin biçin Ocalan bibînin’ . Ev tişt ji bo me girîng bû. Pişt re hevdîtin hatin destpêkirin. Bi daxwaza birêz Ocalan me dawî li çalakiya xwe anî.”
 
'Li Îmraliyê hiqûqek din heye’
 
Leyla, diyar kir ku piştî bi dawîbûna çalakiya gireva birçîbûnê carek din tecrîd ket dewrê. Leyla mijar mijar wiha şîrove kir: “Dewlet her tim dikare li Îmraliyê hevdîtin pêk bîne.  Gelo statuya Îmraliyê çiye? Çima li hemberî Îmraliyê hiqûqek din tê pratîzekirin? Ev pirsên me bên qebûlkirin em ê fêm bikin. Lê tiştek nabêjin û dibêjin heman hiqûqa me li vir jî derbasdar e. Bi dehan caran Buroya Hiqûqê ya Asrinê û parêzeran serî li sazî û dezgehên navneteweyî dan. CPT’ê bi dehan caran hat Îmraliyê û şert û mercên Îmraliyê dît û raporên xwe amade kirin. Piştî çend sal derbas dibin CPT’ê rapora xwe aşkera dike.  Li Îmraliyê bêhiqîqî heye û hiqûqa xwe bin pê dikin. Sazî û dezgehên navneteweyî jî li gorî berjemendiyên xwe tevdigerin. CPT tenê daxuyaniyan dide, lê belê ev tişt bi dayîna daxuyaniyan nabe.” 
 
‘Jin her tim bûn pêşeng’
 
Leyla di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: “Jinên kurd li dijî polîtîkayên tecrîdê ji roja destpêke heta îro li qadan li dijî zîhniyeta serdest a mêr li ber xwe dan. Lê jin jî bi her awayî hatin tecrîd kirin. Jin rêbaza tecrîdê baş dizanin ji ber vê yekê jî tecrîda li hemberî birêz Ocalan bêtir fêm dikin. Perspektîfên wî ji bo jinan gelek girîng in. Bi saya pradigmaya azadiya jinê em îro dikarin têbikoşin. Min gavek avêt û bi hezaran jin bi hev re gavek avêtin. Jin ji çalakiyê re pêşengtî kirin. Guherîna civakê bi destê jinê dê pêk bê. Di vê pêvajoyê de keda herkesekî girîng e û bi rûmet e.”
 
‘Dem dema azadiyê ye’
 
Leyla bi wan gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hem pirsgirêka kurd û hem jî tecrîd didome. Jin dê wekî hertim bibin pêşengên civakê. Naxwazin fikrên Abdullah Ocalan li derve belav bibin û divê êdî Abdullah Ocalan di nav gel de be. Her wiha ji bo azadiya birêz Ocalan û hevalên me yên girtî hemleyek hat destpêkirin û îro li Ewropayê kurd û dostên kurdan di nava çalakiyan de ne. Êdî dem dema azadiyê ye. Ne şikandina tecrîdê divê ji bo azadiya birêz Ocalan em ê di nava hewldanan de bin.”