PYNK'ê li dijî hewildanên şerê birakûjiyê daxuyanî da

  • 16:37 5 Mijdar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Partiya PYNK'ê li dijî tevlîheviyên ku li Başûrê Kurdistanê çêdibin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Divê em weke aliyên siyasî li hember hemû hewildanên şerê birakûjiyê xwedî helwest bin. Divê em gelê xwe û destkeftiyên wê biparêzin û nekevin xizmeta pilanên dijminên xwe."
 
Partiyên Yekîtiya Netewiya Kurdî (PYNK) ya Herêma Firatê li Qada Jina Azad kom bû û li dijî hewildanên avakirina şerekî navxweyî daxuyanî da.  Di daxuyaniyê de saziyên civaka sivîl, Kongreya Star û Rêveberiya xweseriya Demokratîk amede bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Partiya Demokratîk ya Kurdên Sûriyê Gêlo Îsa ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Di vê qonaxa dawî de hewildanên  avakirina şerekî navxweyî li Kurdistanê tên kirin, ev yek diyar dike ku ev şer wê doza Kurd di herêmê de lawaz bike. 
 
Li seranserî dîrokê gelê me rastî tundiyê dihat, di encama parastina gelê me û tevgera wê ya siyasî, leşkerî de û di çarçoveya çiyayên Kurdistanê de dihat parastin. Gelê me tevî tevgera xwe ya di nava wan çiyan de parastina xwe ya rewa dikir, lê di roja îro de careke din gelê me rastî pilanên dijmin tên.  Hewildanên ku tên kirin di bin bihaneyên cur be cur de, dixwazin bi riya wê çiyayên Kurdistanê ji şervanan vala bikin. 
 
Em weke partiya PYNK'ê ya siyasî li Kobanê dixwazin ku pilanên dijmin têk bibin. Di roja îro de li tevahî perçeyên Kurdistanê gel li ser piyan in, ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin. Loma ji me tevahiyan tê xwestin ku em parastina destkeftiyên xwe yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê bikin û li dûrî pilanên dijmin û berjewendiyên kesayetî rûmeta gelê xwe biparêzin.
 
Ji me tevahiyan tê xwestin ku em vîn, maf û azadiya gelê xwe biparastina rewa, biparêzin. Her wiha pirsgirêkên heyî yên di hemû perçeyên Kurdistanê de bi riya diyalogê werin çareserkirin û em di demeke lez de weke hêzên kurdî kongreyeke neteweyî, Kurdistanî li darbixin. 
Di dawiyê de em weke partiyên kurdî, sazî û dezgehên li Kobanê ji tevahî aliyên Kurdistanî hêvî dikin ku bi berpirsyariyeke mezin xwedî  helwest bin û nekevin xizmeta şerê birakûjiyê.  Aştiyê di nava çiyayan, newal û tevahî Kurdistanê de belav bikin û parastina nirxên civaka xwe bikin. Di vê sedsala 21'emîn bibe sedsala Gelê Kurd, ji bo vê divê em vê şansa dîrokî ji dest xwe bernedin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî yekîtiya Gelê Kurd" bi dawî bû.