Pervîn Bûldan çû serdana malbata Gulîstan Dokû

  • 13:57 5 Mijdar 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li cihê ku xebatên lêgerîna Gulîstanê dewam dikin çû serdana Aygul Doku û agahî girt. Pervînê da zanîn ku divê rayedarên hukumetê li ser navên bi guman bisekinin û got ew şopdarê vê mijarê ne û ew ê vê mijarê dîsa bibin rojeva meclîsê.
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Restoranta Dikilitaşê ya hevdîtina Jinên Elewî pêk anî. Berî hevdîtinê Pervînê li ser pira Bendava Uzunçayirê ya ku ji bo Gulîstan Doku ya ji 5'ê Çileyê heta niha windayî ye, lêgerîn tê kirin bi Aygul Doku re hevdîtin kir. 
 
'Gulîstanê întihar nekiriye'
 
Pervînê derbarê xebatên lêgerînê ya Gulîstan Doku de agahî ji Aygulê girt û wiha got:"Em behsa miroveke ev demeke dirêj e windayîye dikin. Heger mirovek ev 306 roj in windayî be û nayê dîtin ev eyba dewletê ye. Welatekî di warê teknîkê de gelekî pêş ketiye dema dixwaze dikare her tiştî bike û xwe nagihêjîne miroveke windayî wê demê li wî welatî her tişt qediyaye. Li gor min Gulîstanê întihar nekiriye. Dewsa lêgerînê divê derbarê gumanbaran de lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Wê demê em ê encameke baştir bigirin. Ev lêgerîna girîng e lê belê ne rêbazeke em jê encamê bigirin. Ev yek hat ceribandin. Bi heman rêbazê dema tiştek bê kirin û encam neyê girtin ev dibe sedema windakirina demê. Bi vî hawî tenê malbatê didin sekinandin. "
 
'Em ê şopdarê vê yekê bin û bikin rojevê'
 
Pervînê da zanîn ku ew bi taybet li gel malbatê ne û wiha dewam kir:"Ji bo Gulîstanê demildest bê dîtin em di nava hewildanê de ne. Dixwazin ser bûyerê bigirin. Bersûc û gumanbar bi navên xwe diyar in. Divê li ser vana bê sekinandin. Heta ji destên me bê em ê şopdarê vê bûyerê bin. Jin ji nêz ve dişopînin. Em ê bi pêşnûmeyan dîsa bixin rojeva meclîsê."
 
'Dikaribû keça parlamenterekî ba jî'
 
Aygul Doku ya ku piştre axivî wiha got:"Ev jina ciwan dikaribû keça parlamenterekî ba jî. Ez dibêjim divê burokrat, parlamenter û kesên behsa mafên mirovan dikin gerek îro li ser vê pirê ban. Kesên nayên û xwedî dernakevin şermeke pir mezin dikin."
 
Pervînê piştre ber bi cihê ku ew ê hevdîtin bihata kirin ve çû.