Bernameya 25'ê Mijdarê ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê
- 12:30 5 Mijdar 2020
- Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr-dewletê em têkoşîn in" ew ê di 7'ê Mijdarê de starta 25'ê Mijdarê bide. Meclîsa Jinê ya HDP'ê plansaziya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê eşkere kir.
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr-dewletê em têkoşîn in" ew ê di 7'ê Mijdarê de li bajarên pîlot ên hatine diyarkirin, starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, bide. Meclîsa Jinê di vê çarçoveyê de ew ê çalakiyên mîna; platformên jinan, meşên hevpar ên rêxistinên cuda, xebatên xweser, daxuyanî, kuçeyan, pêşandana sînevîzyonê, panel, semîner, gund, serdanên malan bên lidarxistin. Ew ê parlamenter û endamên Meclîsa Jinê beşdarî van çalakiyan bibin.
Li gor bernameya Meclîsa Jinê ew ê startên 25'ê Mijdarê bi daxuyaniyên hemdemî di 7'ê Mijdarê de li Gever, Bazidê, Pirsûsê û Cizîrê bên dayin.
Cihên ew ê di 7'ê Mijdarê de daxuyanî lê bên dayin û parlamenterên ew ê beşdar bibin wiha ne:
*Gever: Feleknas Ûca, Semra Guzel
*Bazid:Leyla Guven, Dirayet Dilan Taşdemir, Şevin Coşkun, Muazzez Orhan.
* Pirsûs: Remziye Tosun, Ayşe Surucu, Meral Daniş Beştaş
* Cizîr: Nûran Îmîr, Dersim Dag, Ayşe Acar Başaran
* Enqere: Filiz Kerestecioglu
* Mugla: Serpil Kemalbay
8'ê Mijdarê
* Edene: Tulay Hatimogullari
* Stenbol: Huda Kaya, Zuleyha Gulum
* Kocaelî: Zuleyha Gulum
24'ê Mijdarê
Civîna Koma Jinê: Pervîn Bûldan
Ew ê Meclîsa Jinê heta meha mijdarê biqede çalakiyên xwe bidomîne, lê bernameya çalakiyên ew ê di 25'ê Mijdarê de bên lidarxistin hîn diyar nebûye.