‘Bi girankirina tecrîdê re şer kûr dibe'

  • 09:05 5 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexî, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivin û gotin: "Di şexsê Abdullah Ocalan de li hemberî Gelê Kurd tecrîdekî girankirî heye. Bi tecrîdê re şer, zext û zordariya li herêmê zêdetir dibe. Li dijî tecrîdê divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin." 
 
Tecrîda girankirî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Herî dawiyê 6 meh cezayê hevdîtin û telefonê hat dayîn. Tecrîda girankirî, qedexeyên hevdîtin û telefonê ji hêla raya giştî ve hat şermezarkirin. Jinên li Şirnexê bertek nîşanî tecrîdê dan û daxwaza bi dawîkirina tecrîdê kirin. Derbarê mijarê de ji ajansa me re axivin. 
 
'Divê em xwedî li hebûna xwe derkevin'
 
Fahriye Gûngen(40), di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî şermezar kir û got: "Bi girankirina tecrîdê re şer, êrîş û zext zêde dibin. Ev tecrîd bandorê civakê dike. Em tenê dixwazin ku hemû kes bi ziman, nasname û hebûna xwe bijî. Em dixwazin kes bi nasnameya xwe bên nasîn. Niha çiyayên me tên bombebarankirin û ev tişt li hemberî Gelê Kurd zilm e. Em dixwazin tecrîd demildest bê rakirin. Em êdî jiyanekî di nava aramiyê de dixwazin. Ger tecrîd rabe dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Divê em kurd li hember vê zilmê û neheqiyê bisekinin. Divê tu kes vê zilmê û neheqiyê qebûl neke. Pêwîste hemû kes xwedi li ziman, nasname û gelê xwe derkeve.”
 
‘Bila tecrîda ser Gelê Kurd bi dawî bibe' 
 
Taybet Gûngen (57) jî di axaftina xwe de xwest tecrîd bê bi dawîkirin û wiha axivî: "Em tecrîda li ser Serokê xwe şermezar dikin. Em tim li cem Rêberê xwe ne. Em jî dixwazin rêveberê me jî ligel me be. Em wekhevî û azadiyê dixwazin. Divê hemû gel bibe yek û li ber xwe bide. Divê em xwedî li hev derkevin. Em dixwazin Serokê me azad bibe. Bila ev tecrîda li ser Gelê Kurd jî bi dawî bibe. Em bi tenê azadiyê dixwazin. Tu tiştekî din naxwazin. Divê di serî de jî hemû jin ji bo Serok bibin yek û rabin li ser piyan. Em Serokê xwe dixwazin. Bila deriyê girtîgehan vebibe. Tecrîd zilm e. Ev bi sala ne ser Serok tecrîdek heye. Serok bi tenê daxwaza jiyanek azad û wekhev kir. Em jî dibêjin ji bo jiyanek azad bila tecrîd bê rakirin.”
 
‘Li hember tecrîdê divê dengê xwe bilind bikin’
 
Xanim Gûngen (60) jî diyar kir ku divê li dijî tecrîdê Gelê Kurd hewldanên xwe xurt bikin û û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em dixwazin tecrîd demildest bê rakirin. Em dixwazin cihan êdî xweş bibe. Em bi tenê azadiyê dixwazin. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Ji bo ev zilm bi dawî bibe divê azadî pêk bê. Her çend tecrîd giran dibe jî şer jî kûr û giran dibe. Ev şer ne bi tenê li hemberî kurdan pêk tê. Her wiha ji bo yekîtiyê divê em bikevin nav hewildanan. Heta ku em hebin û bijîn dev ji vê dozê bernadin. Em ê tim li ser axa xwe bin. Li hember tecrîdê em kurd divê dengê xwe bilind bikin.”