ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 5 Mijdar 2020
  • Rojev
* Baxçeyên Hewselê bi taybetmendiya xwe navdar e û her wiha gelek malbat jî debara xwe li vir dikin. Ji destpêka biharê heta dawiya payizê li vir kar dikin û ked didin. Hilbêrîna ku li vir tê kirin hem tera havînê û hem jî tera zivistanê dike. BI DÎMEN 
 
*Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Herêma Efrînê, Bêrîvan Şilfo diyar kir ku di nava şer û pevçûnên siyasetên desthilatdaran de, jinên li Sûriyeyê bi serkêşiya jina kurd hebûn û rola xwe dane îsbatkirin û ev tişt got: "Em bawer in ku dê dîsa bi destên jinê ev alozî li Sûriyeyê bi dawî bibe. Ji bo çareseriya siyasî em her bi israr in." DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka SES'ê ya Mêrdînê Şukran Guzel bertek nîşanî biryarên ku ji bo kedkarên tenduristiyê hatine girtin da û got: "Ji roja destpêke heta îro rayedar guh nedan daxwazên me. Lê biryarên wekî betalkirina destûr û qedexeyên îstîfayê girtin. Kedkarên ku neçarin di şert û mercên heyî de bixebitin derûniya wan têk diçe." BI DÎMEN 
 
*Nûra El-Heşî ya ji Gundê Silmasa yê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê tê topbarankirin diyar kir ku ew bi çandina zebeşan debara xwe dike û wiha got:"Em di nava şerdên zor de li ser piyan disekinin. Bi şerdên zor ez zebeşan diçînim û debara xwe pê dikim. Hebûna min an mirina min ew ê li gund be." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şirnexî, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivin û gotin: "Di şexsê Abdullah Ocalan de li hemberî Gelê Kurd tecrîdekî girankirî heye. Bi tecrîdê re şer, zext û zordariya li herêmê zêdetir dibe. Li dijî tecrîdê divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin."  BI DÎMEN 
 
*Berdevka Komîteya Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn helwesta ENKS’ê ya li dijî zimanê kurdî nirxand û da zanîn ku êrîşên li ser zimanê kurdî tunekirina hebûna Gelê Kurd e û wiha got: "Em dikarin hebûna xwe bi zimanê dayikê tacîdar bikin û li hember her cure êrîşên dijminan têkoşînê mezin bikin." DÎMEN HEYE
 
*Gundê Aynvardê ku xwecihên wê suryanî û kurd in di pêvajoya Komkujiya Seyfo a suryaniyan de bûye warê berxwedanê. Suryaniyên neçarî koçêberiyê hatine kirin hejmara wan kêm jî be li xaka xwe vegeriyane. Hinek ji wan malbatên ku ji koçberiyê vegeriyane dibêjin hîna şonmên qetlîamê li her cihî ne. BI DÎMEN