TJA li Bazîdê bi HDP'îyan re hat gel hev

  • 15:16 4 Mijdar 2020
  • Rojane
AGIRÎ - TJA'yê di çarçoveya kapmaniya "Em xwe diparêzin" li bi tevlibûna hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi HDP'yiyan re hat gel hev.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kmapnaya "Em xwe diparêzin" de ku di 15'ê Îlonê de dabû destpêkirin li Bazîda Agiriyê bi endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hat gel hev.  Hevdîtina li avahiya HPD'ê ya Bazîdê pêk hat de Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û aktîvîstên TJA'yê  tevli bûn.
 
Di çalakiyê de Leyla Guven axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Leylayê diyar kir ku Abdullah Ocalan, li dijî polîtîkayên şer û înkarê 21 sal e li Îmraliyê têkoşînê dide û got ku Gelê Kurd û jinên kurd bi fikrên Abdullah Ocalan hebûna xwe îspat kirine.
 
Piştî axaftinan hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.