Feleknas Uca: Hûn nikarin DHP'ê biqedînin

  • 14:59 4 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED – HDP'ê bi minasebeta 4’ê Mijdarê daxuyanî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Feleknas Uca axivî û got: “Hûn bi girtin, binçavkirin û zextê nikarin HDP’ê biqedînin. Têkoşîna me ya ji bo azadiyê û wekhevîyê dê bidome.”
 
4 sal beriya niha li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarên kurd "darbeyek siyasî" pêk hat. Di encama "darbeya siyasî" de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 8 siyasetmedar hatin girtin. Partiya Demokratîk a Gelan bi minasebeta 4’ê Mijdarê li Parka Hazal a Ofîsa Yenîşehîra Amedê daxuyanî da. di daxuyaniya ku ji aliyê parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca ve hat xwendin de dirûşmên, “ Bijî berxwedana zindanan” û “Ji girtiyên siyasî re azadî" hatin berzkirin.
 
‘Me tu carî serî netewand’
 
Feleknasê da zanîn ku  li ser navê HDP’ê 4’ê mijdarê ya 2016’an de li hemberî îradeya gelê kurd darbeyek siyasî hat kirin û got: “Di vê darbeya siyasî de hevserokên me û bi dehan wekîlên me hetin girtin. Di civîna MGK’ê de biryara pêvajoyeke bi konsepta têkbirinê hat giritn. Piştre bi girtin û êrîşan hevşaredarên me girtin û pêvajoyek din dan destpêkirin.  Lê Gelê Kurd ji dîrokê de li hemberî van êrîşan xwedî terûbe ye. Me dagirkirin jî dît lê me serî netewand.”
 
‘Fikrên Ocalan ji bo gel hêviyek mezin in’
 
Feleknasê destnîşan kir ku li ser Gelê Kurd tecrîdek mezin heye û ev tişt got: “Îro hedef ne tenê hilbijêrên HDP’ê ne. Li vî welatî hemû kes hatiye tecrîdkirin. Lê dê HDP têkoşîna xwe mezintir bike. Em ê bi têkoşîna xwe deriyên girtîgehan jî vekin.  Ji ber ku em dizanin pêvajoya aştiyê di 2015’an de bi birêz Ocalan dest pê kir û hêviyek mezin da gelê Rojhîlata Navîn. Lê piştî ku planên AKP’ê  pêvajoya aştiyê xistin û êrîş hatin destpêkirin.  Lê em îro jî dibînin ku fikr û rêbazên çareseriyê yên  birêz Ocalan ji bo gelên Rojhîlata Navîn hêvî ne.  Tevî van yekan em îro jî li hemberê vê pergala faşîst serî natewînin.”
 
‘Hûn nikarin HDP’ê biqedînin’
 
Feleknasê di dawiya axaftina xwe de got ku ew çi biin jî dê têkoşîna xwe mezin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hûn  nikarin HDP’ê bi girtin, binçavkirin û zextê biqedînin. Gelê me li ku dere be jî dê têkoşîna xwe berewam bike û heta jiyanek azad pêk bê em ê li ber xwe bidin.”
 
Piştî axaftina Feleknasê, daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.