Rûniştina kesên beşdarî bîranîna Roboskiyê bûbûn hat taloqkirin

  • 13:44 4 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Rûniştina doza bi hinceta beşdariya 16 kesî ya bîranîna Roboskiyê hatibû destpêkirin bi hinceta heyeta dadgehê hatiye guhertin hat taloqkirin. 
 
Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskiyê ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê” kirine, derbarê 16 xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn de doz hatibû destpêkirin. 2’emîn rûniştina dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin. Ji ber ku heyeta dadgehê hatibû guhertin rûniştin taloqî 23’ê Kanûnê bû.