Dayikên Gêrîla daxwaza ENKS'ê şermezar kirin

  • 12:13 4 Mijdar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Dayikên Gêrîla yên navçeya Til Temirê, daxwazên ENKS'ê yên ji bo rakirina Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê şermezar kirin. 
 
Îro, bi dehan ji Dayikên Gêrîla ên navçeya Til Temirê, daxwazên ENKS'ê yên ji bo rakirina Zimanê Kurdî ya ji sîstema Rêveberiya Xweser û perwerdeyê, daxuyaniyek li Saziya Malbatên Şehîdan dan. Di daxuyaniyê de bi dehan Dayikên Gerîla amade bûn. 
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Hîba Neşwan ve hate xwendin wiha bû: "Di dîrokê de Gelê Kurd ji bo parastina Zimanê Kurdî berdelên giranbûha dane. Ji ber ku di cîhana me de her gelek bi nasname, çand û zimanê xwe heye. Ji bo çand û zimanê xwe biparêzin li ber xwe dane û bûne xwedî nasname. Her gelek çand û zimanê wî nebe hebûna wî tune ye. Tevî hemû zordariyên ku hatine meşandin, di dîrokê de û bi taybet di Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de, Gelê Kurd dest ji zimanê xwe berneda. Ji ber ku zimanê me nebû, em bi hezaran hatin qetilkirin û şehîdkirin. Ji ber ku zimanê me nebû çanda me hate tunekirin, ji ber ku zimanê ne nebû em bê welat hatin hiştin û bûn xulam û leşkerê dewletên din. Yên ku bi êşa dîrokê hîs neke û tiştê dijmin anîne serê wî fêm neke, wê îro nirxê zimanê gelê wî jî nebe.
 
Wekî gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo em bibin xwedî nasname, çand û zimanê xwe û lê xwedî derkevin û hişmendiya netewa demokratîk belav bikin em têdikoşin. Lê mixabin ENKS dibêje bila Zimanê Kurdî ne fermî be, ev gotina wan tê wateya şerê rûmetê. 
Em weke Dayikên Gêrîla daxuyaniya ENKS'ê daye, şermezar dikin û banga Gelê Kurd dikin ku li hember vê rewşê şiyar bibin û serî hildin. Ji ber zimanê me hebûn, azadî û rûmeta me ye."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Zimanê Kurdî" bi dawî bû.