Li Îzmîrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaşt 114'î

  • 10:07 4 Mijdar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê hejmara kesên di erdheja pêk hat de, jiyana xwe ji dest dane gihaşt 114'î
 
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo erdheja li egeyê pêk hat dewam dikin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî hejmara wan her ku diçe zêde dibe. Li gor daxuyaniya AFAD'ê piştî erdheja 30'yê Cotmehê hezar û 713 hejandin pêk hatin. 
 
Di daxuyaniya AFAD'ê da de wiha hat gotin:"Di 30'yê Cotmeha 2020'î de saet di 1451'an de li Seferihisara Behra Egeyê erdheja bi pîleya 6.6 pêk hat û hezar û 713 hejandin pêk hatin. Li gor agahiyên ji SAKOM'ê hatin girtin 114 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Ji 1.035 welatiyên ku 898 jê birîndar bûbûn hatin tabûrcûkirin. Tedawiya 137 welatiyan hîn dewam dikin."