Jina 80 salî bi keda destên xwe têkoşîna jiyanê dide

  • 09:06 4 Mijdar 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Vezîre Yilmaz a 80 salî rexmê temenê xwe bi keda destê xwe têkoşîna jiyanê dide. Vezîreya hinar û hêjîrên kom kirine li bazara gund difiroşe wiha got: “Pêwîst e jin, mêr, biçûk û mezin fêr bibin bi keda destên xwe nan bixwin. Em neçar in ji bo jiyanê têkoşînê bidin.”
 
Vezîre Yilmaz (80) ya li gundê Stelîlê yê girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye, rexmî temen û nexweşiyên xwe ji bo debara xwe bike kedek mezin û têkoşînek mezin dide. Vezîreyê Hêjîr, hinar û beniyên ku bi destên xwe kom kirine û amade kirine bi torbeyan li pişta xwe dike û tîne bazarê. Vezîre li bazara ku her roj li cihekî tê danîn xwe bi cih dike û firotina van xurekên xwe dike. Vezîreya rexmê temen û nexweşiya xwe van karan dike kêfxweşiya bi keda destê xwe debara xwe dike dijî û dibêje divê herkes bi xwe debara xwe bike.
 
‘Ez li xwe û hevjînê xwe dinêrim’
 
Keda destan pîroz e,  lê keda destên dayikek 80 salî nayê pîvan. Vezîreya bostanên xwe bidestê xwe çandiye û mezin kiriye niha bi berhemên ji bostan digire debara xwe dike. Vezîreya ji me re qala xwe dike dibêje kes me xwedî nake û ne mecbûrê ku me xwedî jî bikin û wiha berdewam dike: “Ez û hevjînê xwe tenê dijîn. Zarokên me piştî zewicîn ji me veqetiyan e. Ango ew me xwedî jî nakin û ne mecbûrê ku me xwedî bikin. Ez û hevjînê xwe pirsgirêkên tendirustiyê dijîn. Ew ji min mezintir e û rewşa wî gelek xirab e. Ez hem li xwe û hem jî li wî ji dinêrim. Ji bo em debara xwe bikin ez her roj hêjîran û hinaran kom dikim ji gund tînim navendê difiroşim. Bi salan e ez vî karî dikim. Lê li gel ku rewşa min jî ji ber temen dixeteriyê de ye jî ez dîsa hewl didim li ser piyan bimînim.”
 
‘Bila kes li malê rûnenê’
 
Vezîreya qala rewşa tendirustiya xwe dike dibêje rexmê hertiştê ez kêfxweş im ku bi keda destên xwe debara xwe dikim û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dem ji ne wekî berê ye û mirov jî ne wekî mirovên berê ne. Em biçin ber deriyê kê nanek bixwazin wê bibêjin bixebitin qezenç bikin. Ez jî li şuna ku li malê runêm li derve dixebitim. Jin dibe mêr dibe ferq nake bila her mirovek bixebite û bi keda destên xwe xwe li ser piyan bigire. Herkesê ku min dibîne ji min pirsa çima heta niha dixebitî dike. Xebat û debara xwe kirin ne şerm e. Temenê min jî ji bo vê yekê ne asteng e.  Ez rexmê hertiştê ji vê bazarê diçim bazara din firotinê dikim. Ger ez nexebitim wê kes me xwedî neke. Kêm zêde bi vî rengî ez debara xwe dikim."