'Li Kurdistanê polîtîkayên tunekirinê tê meşandin'

  • 09:04 4 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan diyar kir ku kampanyaya “Em xwe diparêzin” li Şirnexê bi xebatên cuda tên meşandin û got: "Bi kampanyayê em bal dikişînin ser bandora polîtîkayên şerên taybet ên li herêmê tê meşandin. Em bi kampanyayê banga xweparastin, parastina xweza, ziman, çand û dîrokê dikin. Em ê li hemberî van polîtîkayan li ber xwe bidin." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê Îlonê de starta kampanyaya “Em xwe diparêzin” dabû. TJA, li hemû bajar û herêman kar û xebatên xwe didomîne. Aktivîstên TJA'yê kolan bi kolan û tax bi tax digerin û kampanyaya xwe didin nasandin û banga piştevaniyê dikin. Heman xebat li Şirnexê jî heye û aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan  derbarê armanc û xebatên kampanyayê de ji ajansa me re axivî. 
 
Emîne, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kampanyayê û got: "Ev kampanya li hemberî tundiya mêr û dewletê hat despêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyê bername û çalakiyên cuda hatin organîzekirin. Jin bi vê kampanyayê re li hev dicivin û piştgiriyê didin hevdû. Em bi kampanyayê armanc dikin ku jin xwe nas bikin û bikevin nav tevgerê. Li derve bi hezaran jin hene lê belê dema bi şîdetê re rûbirû dimînin nikarin xwe biparêzin. Ji ber vê yeke ev du meh in em di vê çarçoveyê de hewl didin jinan bikin nav hewldanê.”
 
‘Êriş parçeyekî polîtîqayek taybet e’
 
Emîne, destnîşan kir ku niha xebatên hişyarkirinê dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di xebatên atolyeyê de, serlêdana malbatan, xebatên li kolan û taxan de jinan derbarê xweparastina li dijî şîdetê de agahiyan didin. Em dixwazin vê peyamê bidin; li dijî nirxên me yên civakî, xweza, ziman û çandê êrîşên ku tên kirin em ê li ber xwe bidin. Êriş û tecawizê bedena jinê, çand, ax û dîrokê dikin. Li hemberî jinên ciwan polîtîqayên taybet ên şer tên meşandin. Li hemberî dîroka Botanê û xwezaya Botanê êriş heye û ev jî polîtîkayek taybet e." 
 
‘Xweza tê talankirin û şewitandin' 
 
Emîne, da zanîn ku li herêmê polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin û wiha axivî: "Rêvandina ciwanan jî parçeyekî lîstoka qirêj e û ev polîtîka li heremê bi awayek cuda tê bikaranîn. Her wiha li hemberî xwezayê jî polîtîkaya şewitandin û talankirinê tên meşandin. Jinên ku di salên 90’î de ji ber zext û zordariyan neçar man ji gundê xwe koçber bin niha dîsa berê xwe didin gundê xwe. Jin dibêjin xweza jiyana me ye û em ê xwedî xwezaya xwe derdikevin. Em carek din dibêjin em li dijî van polîtîkayan disekinin û em vê qebûl nakin.”
 
‘Divê em xwedî li ziman derkevin' 
 
Emîne, di berdewamiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser helwesta tunekirin ziman: "Li dijî her cureyên polîtîkayên tunekirinê divê berxwedanek hebe. Bi sala ne li hemberî me kurdan êrîşek heye û bi taybetî jî li hemberî ziman. Êrişa li hemberî ziman gihiştiye astekî cuda. Niha li vir esnaf neçar man ku bi tirkî biaxifin. Ev jî parçeyek şerê polîtîk e. Divê em bêtir li her qadên jiyanê xwedî li zimanê xwe derkevin." 
 
‘Li dijî tecrîdê dê têkoşin bidome' 
 
Emîne, destnîşan kir ku niha di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tecrîdê li hembêr Gelê Kurd dikin û got: "Mijara herî girîn jî tecrîd e. Bi sala ne li hemberî Abdullah Ocalan tecrîdekî girankirî tê meşandin. Herî dawiyê di 22’yê gulanê de bi birêz Ocalan re hevdîtin hat kirin. Heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin Gelê Kurd û Tirk nikarin jiyanek demokratîk bijîn. Mifteya çareseriyê di destê birêz Ocalan de ye. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin."
 
‘Ji 1'ê Mijdarê heta 25'ê Mijdarê em ê li kolanan bin" 
 
Emîne, diyar kir ku niha dest bi xebatên 25'ê Mijdarê kirine û ev tişt anî ziman: “Niha xebatên me yên 25’ê Mijdarê dest pê kirin. Xebatên me dê li tax û kolanan bidome. Me di pêvajoya kampanyayê de jî dît ku jin bi coşek mezin tevlî xebatên me dibin û me pêşwazî dikin. Em ê ji 1’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê li kolanan bin û em ê bi hev re bêjîn ‘Em xwe diparêzin.’"