ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 4 Mijdar 2020
  • Rojev
*Ji Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Sena Xelîl gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Jinê cihê xwe di hemû saziyan de girt û xwe bi rêxistin kir, ji ber wê yekê dewleta tirk gef û êrîşên xwe li ser axa me zêdetir dike."
DÎMEN HEYE
 
*Dayika Elewî, Fîdan Yildiz da zanîn ku nasnameya Elewiyên Kurd di nava çar dîwaran de li bajaran asê maye û bi polîtikayên asîmîlasyonê rû bi rû maye û wiha got:"Ez tim wekî ku ew ê vegera me pêk were, difikirim. Lê vê carê hîn bi hişmendiyeke pêşketî." 
DÎMEN HEYE
 
*Jinên li gundewarên Kobanê di derbarê demsala komkirina zeytûnan de dan zanîn ku şêniyên gund di komkirina zeytûnan de alîkariya hevdu dikin û wiha gotin: "Di dema komkirina zeytûnan de em şêniyên gund bi hev re dibin alîkar û hestên hevpariyê pêş dixin. Îsal berhemên me pir baş in û em bi hêvî ne ku her kes ji berhemên xwe sûdeke baş bigire." DÎMEN HEYE
 
*Kurda Êzidî, Medîne Emo ya ji Efrînê ye, têkildarî lihevkirina li ser Şengalê da zanîn ku lihevkirina ser Şengalê domandina komployên li dijî Gelê Kurd e û wiha got: "Dewleta tirk dixwaze bi alîkariya herdu hikûmetan Şengalê dagir bike. Ev lihevkirin di 9'ê Cotmehê de pêk hat. Ev tê wateya xwestina domandina komploya li ser Gelê Kurd a bi şêwazên nû." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku tevlî pêşengeha pirtûkên Rêberê PKK’ê Abudullah Ocalan bûn, derbarê watedariya lidarxistin vê pêşengehê de wiha gotin:"Armanca me ya pêşengehê belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo ye û hemû pirtûkên Rêber Apo di vê pêşengehê de hene. Bi xwendina pirtûkan mirov wateya jiyan û civaka xwe nas û fêm dike." DÎMEN HEYE
 
*Vezîre Yilmaz a 80 salî rexmê temenê xwe bi keda destê xwe têkoşîna jiyanê dide. Vezîreya hinar û hêjîrên kom kirine li bazara gund difiroşe wiha got: “Pêwîst e jin, mêr, biçûk û mezin fêr bibin bi keda destên xwe nan bixwin. Em neçar in ji bo jiyanê têkoşînê bidin.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan diyar kir ku kampanyaya “Em xwe diparêzin” li Şirnexê bi xebatên cuda tên meşandin û got: "Bi kampanyayê em bal dikişînin ser bandora polîtîkayên şerên taybet ên li herêmê tê meşandin. Em bi kampanyayê banga xweparastin, parastina xweza, ziman, çand û dîrokê dikin. Em ê li hemberî van polîtîkayan li ber xwe bidin." BI DÎMEN 
 
*Girtiya nexweş Ozgul Yaşa nikare pêdiviyên bingehin bi cih bine. Birayê wê Eşref Yaşa diyar kir ku divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan û got: "Niha mil û lingên wê nagirin. Ji ber vê pêdiviyên xwe bîne cih. Rewşa xwişka min di xeterê de ye." BI DÎMEN
 
*Endama Peywendiya Karê Derve ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan bal kişand ser girtina ciwan û karkerên wargehê û got: "Hemwelatiyên me bi qasî mehekî ye ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin. Ne em, ne malbat, ne jî parêzer dikarin agahî bigirin. Rewşekî pir bê pîvan û bê qanûnî tê meşandin. Em bang hikûmetan dikin ku derbarê mijarê de erka xwe bînin cih." BI DÎMEN  
 
*Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Girê Spî Bêrîvan Ismayîl têkildarî helwestên ENKS'ê û PDK'ê ya ji bo nepejerandina zimanê dayikê û pergala hevserokatiyê nirxandin kir. Bêrîvanê wiha got: "Em ji hevdîtinan re her tim amade ne, lê sekin û helwestên ENKS'ê dihêle ku hevdîtinên yekîtiya neteweyî li ser bingeheke lewaz bidome." BI DÎMEN  
 
*Li Bajarokê Sîrînê ew ê navenda tekwandoyê bê vekirin (13:00)
 
*Dê li Qamişloyê semînera nîqaşê ya encumena ciwanên Sûriya Demokratîk bê lidarxistin (10:00)
 
*Têkildarî operasyonên qirkirinê yên di 4'ê Mijdara 2016'an de ew ê HDP li avahiya xwe ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê bide. (13:00)