Jinan li Cizirê banga tevlîbûna meşê kirin

  • 19:19 3 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de li taxa Cûdî ya Cizira Şirnexê çûn serdana jinên ku li hala sebzeyan dixebitin. Piştre jî li  vir belavok hatin belavkirin.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA) di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de li taxa Cûdî ya Cizîra Şirnexê bi tevlîbûna Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, hevşaredara Sûra Amedê ya ku li şuna wê qeyûm hatî tayînkirin Fîlîz Buluttekin, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Sûra Amedê Hatun Yildiz çûn serdana jinên ku li hala sebzeyan dixebitin.
 
Di serdanê de jinan broşurên ku qala kampanyayê dike belav kirin. Her wiha jinan di serdana xwe de banga tevlîbûna meşa ku dê di  7’ê mijdarê de bi minasebeta 25’ê Mijdarê bê lidarxistinkir.
 
Di serdanê de jinan her tim dirûşma “Em xwe diparêzin” berz kirin.