Li Cizîrê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayîn

  • 15:37 3 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a  HDP’ê ya Şirnexê, starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê dan. Di daxuyaniyê de Nuran Îmîr a HDP'yî axivî û got: “Li dijî tacîz, tecawiz û komkûjiyan werên em jin dest bidin destên hev. Werin em bi hev re tevlî govenda berxwedanê bibin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê, li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi daxuyaniya hevpar ku dan starta çalakiyên ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Hember Jinê da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevseroka HDP'ê ya navçeya Surê ya Amedê Hatun Yildiz, Hevşaredara HDP'ê ya Sûrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Fîlîz Bukuttekîn û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî Tundiya Mêr û Dewletê em  serî Radikin” hat vekirin. Daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç ve hat xwendin.
 
Gulerê, anî ziman ku ew ji bo xweza, erdnîgariya xwe biparêzin ketine nav hewldanan û got: “Ji bo jiyaneke azad em têkoşîn da. Lê mêran destkeftiyên me desteser kirin. Di nav cihana ku destkeftiyên me hatin dizîn de bi desten meran erdnîgariya me jî hatiye desteserkirin. Pergala baviksalar destkeftiyên me xwesp kirine. Ji ber ku em xwedî li destkeftiyên civaka xwe û yên jinên cihanê derdikevin, tundî li me  tê kirin û tecawiz dikin.”
 
‘Werin em bi hev re têkoşîn û berxwedanê mezin bikin’
 
Gulerê, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kampanyaya TJA’yê ya “Em xwe diparêzin” û ev tiştan got: “Em starta xwe ya çalakiyên 25’ê Mijdarê bi kêf û coşeke mezin didin. Berxwedana destên ku ji doh heta îro dirêjî hev bûn em mezin dikin. Bi starta ku me îro da em  dibêjin em her tim li qadan ne. Banga me ji hemû jinan re ye û em dibêjin, di 7’ê Mijdarê de werin em têkoşîn û berxwedana xwe bi hev re mezin bikin.”
 
‘Bijî têkoşîna jinê’
 
Piştre Nuran Îmîr a HDP’yî axivî. Nuranê, diyar kir ku ji bo tundiya li dijî jinê bê sekinandin divê têkoşîn bê dayîn. Nuranê kampanyaya TJA'yê jî bi bîr xist û got ku wan xwe gihandine gelek jinan û peyama di nav têkoşînê de bin dane. Nuran, wiha pêlda axaftina xwe: “Divê jin li dijî tundiyê di  nav berxwedanê de bin. Divê em bi têkoşîna xwe ji êrîşan re bibin bersiv. Em ê mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û xwe bigihînin jinan. Em ê bi têkoşîna xwe ji êrîşan re bibin bersiv. Li dijî tacîz, tecawiz û komkûjiyan werên em jin dest bidin destên hev. Werin em bi hev re tevlî govenda berxwedanê bibin. Em wek jinên Botanê di her qada jiyanê de ne. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin û em ê bêjin em jî hene.  Bijî têkoşîna jinê. Kes nikare me bêdeng bike. Em li her qadê ne.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û “Em xwe diparêzin” bi dawî bû.