Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 11:54 3 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç,  ji bo sibê bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di mehên Gulanê, Hezîranê û Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Parêzseran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, hevdîtin kiribûn. 
 Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, herî dawî di 23'yê îlonê de bi hinceta “Nexşerêya” Ocalan a ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, heta 6 mehan hevdîtina wî ya bi parêzeran re qedexe kiribû.