Malbatên ku sixurtî li wan tê ferzkirin: Em ê li pêy şopa zarokên xwe bin

  • 09:07 3 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Bi rêya telefonê bang li malbatan dikin û dixwazin derbarê zarokên wan de agahiyen bigirin. Malbatên li Şirnexê dijîn bertek nîşanî hewldanê dan û gotin: "Ev 40 sal in em bi vê zilmê re rûbirû ne. Zarokên me ji ber vê zilmê çûn. Her kes bi îradeya xwe diçe. Lê em jî dibêjin ku em ê li pêy şopa zarokên xwe bin." 
 
Polîtîkayên zext, zordarî û şîdetê ji salên 90'î heta îro li herêmê didome. Polîtîkayên zext û zordariyê bi rêbazên cuda bi heman armancê li gorî taybetmendiya herêm û malbatan diguherin. Polîtîkayên şer bi taybetî li Şirnex û navçeyên wê xwe didin der. Li ser malbatên welatparêz û malbatên ku zarokên wan tevlî PKK'ê bûne bi rêyên cuda sixûrtî li wan tê ferzkirin. Bi rêya telefonê bang li malbatan dikin û an jî daxwazên xwe bi rêya telefonê tînin ziman. Gelek caran derbarê zarokên wan de agahî tên xwestin. Malbatan derbarê hewldanê da ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Du rojan carê li me digerin û dibêjin werin qereqolê'
 
Hatîce Durak a ku li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê dijî keça wê tevlî PKK'ê bû ye û keçek wê jî girtiye û wiha bi lêv kir: "Keçek min di nava PKK'ê de ye û keçek min jî girtiye û ji ber vê jî leşker hertim me aciz dikin. Min keça xwe neşandiye. Her kes bi vîna xwe biryaran digire û diçe. Du rojan carekî me digerin û dibêjin bên qereqolê. Ji me re dibêjin 'keça xwe bîne.' Qey min keça xwe şand?"
 
Du biyarên wê hatin qetilkirin
 
Nebîha Akay li navçeya Hezexê dijî û di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêkutiyan û got: "Du neviyên min tevlî têkoşîna azadiya bûn. Yek 7 sal in û yek jî 6 sal in tevlî bûye. Di salên 90'î de cerdewaniyê li me ferz kirin. Di sala 93'yan de bi ser gundê me de girtin û xwestin em bibin cerdewan. Ji me re gotin 'an hûnê bibin cerdewam an jî hûn li vir biçin'. Me jî cerdewaniyê qebûl nekir û me gundê xwe terk kir. Di 92'yan de birayê min Celal Acar a ku bavê sê zaroka bû hat qetilkirin. Em rastî zilm û neheqiyên mezin hatin. Çend em koçberê gundek din bûn jî di nava 6 salan de dîsa zilm û îşkence berdewam kir. Şev nîvê şevê cerdewan û leşkeran deriyê xistin û hemû mêrên malê girtin. Piştî Celal biyarê min Ahmet Attar Acar jî di sala 1995'an de hat qetilkirin. Li vir jî em ji neçariyê derketin û me berê xwe da Hezexê."
 
'Zarokên me ji ber zilma dewletê tevlî PKK'ê bûn'
 
Nebiha, diyar kir ku di dema qedexeya derketina kolanan de ya li Hezexê xaniyên wan ji aliyê dewletê ve hatiye hilweşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em neçar man ku ji van xaniyên xwe jî derkevin. Du neviyên min ji ber zilm û zordariya dewletê li pey hevdû tevlî refên PKK'ê bûn. Dewlet zilmekî mezin li zarokên me kir. Nedihîştin ku em bijîn. Ne dihîştin ku em bixwînin û bixebitin. Ji ber vê neviyên min tevlî PKK'ê bûn. Lê heta niha jî polîs her roj li me digerin. Bang li me dikin û dibêjin 'zarokên we li ku derê ne? Hûn çima wan naynin. Ji me re bêjin li ku derê ne. Wêneyên wan bidin me.' Di nav mehekî de du caran bang li min kirin. Lê di vê bê zanîn zarokên me ji ber zilma dewletê tevlî PKK'ê bûn."
 
'40 sal in zilmê li me dikin'
 
Nebiha, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çi dibe bila bibe, dewlet çi dike bila bike em ê dev ji kurdîtiya xwe bernedin. Zarokên me ne bi gotina me neçûn û ne jî bi gotina me dê bên. Ji me dixwazin ku em zarokên xwe şûnde bînin. Hemû bi vîna xwe diçin. Heta damleyek xwîna me jî hebe em ê li pey zarokên xwe bin. Em ê kî sûcdariya kî bikin. Kesên ku tên jî ew in kesên ku em serlêdana sûc bikin jî ew in. Ev 40 sal in vê zilmê li me dikin."
 
'Tim bi telefonê digerin û nerehet dikin'
 
Heznî Arslan li Cizirê dijî û di dema qedexeya derketina kolanan de du zarokên wê jiyana xwe ji dest dane û kurekî wê jî tevlî PKK'ê bûye. Heznî wiha ji ajansa me re axivî: "Min nedizanî ku kurê min jiyana xwe ji dest daye. Ez ji bo cenazeya keça xwe bigirim min xwîn da lê belê cenazeyê kurê min dan min. Bi sala ne cenazeyê keça min winda ye. Kurekî min jî ji 2014'an de winda ye û tu agahî jê nikarim bigirim. Gelek caran ji qereqolê bang li min kir. Ji bo kurê min bi dehan caran keç û hevjînê min geriyan û bi vê awayî em aciz dikirin. Dema min geriyan min texmîn kir ku ji min çi bixwazin. Hevjînê min jî geriyan û derbarê kurê min de agahî girtin. Wî jî gotibû tu tiştî nizanim. Keça min a zewicî geriyan û heman tiştê ji wê jî pirsîn. Tim bi telefonê digerin û me aciz dikin. Piştî ku keça min bertek nîşan da êdî pêve her tim ji min re telefon vekirin." 
 
‘Birîn û êşa min zêdetir kûr dikin'
 
Heznî, destnîşan kir ku êşa ku dijîn her roj nû dikin û wiha axivî: "Dema telefon vedikin ji min re behsa zagona poşmaniyê dikin. Polîsan ji min re gotin 'em dikarin alîkariya te bikin. Dema te derbarê kurê xwe de tiştek bihîst ji me re bêje'. Ez niha jî dibêjim ez nizanim kurê min li ku ye. Dê çî alikariyê bidin me. Birîn û êşa min zêdetir kûr dikin. Her kes bi îradeya xwe diçe. Hevjînê min ji wan re got ger carekedin bigerin dê serlêdana sûc bikin."
 
'Derbarê keça te de agahî di destên me de hene'
 
Nebahat Îşçî li Cizîrê dijî wiha qala rewşa xwe kir: "Kurekî min girtiye û kurek min jî jiyana xwe ji dest daye. Keçek min jî tevlî refên PKK'ê bûye. Gelek caran polîsan bi rêya telefonê bang li me kir. Ji min re digotin 'bê emniyetê û derbarê keça te de agahî di destên me de hene' bi vî rengî me aciz dikin."