Santrala enerjiyê ya li Dêrikê zerarê dide derdorê

  • 09:06 3 Mijdar 2020
  • Rojane
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Santrela Biyokutle ya Enerjiyê ku ji sala 2018'an de li Dêrikê ceryanê hildiberîne zerereke mezin dide gundên derdora xwe. Ji ber vê hilberînê di nava  3 salan de bi jimareke zêde de ajal mirine, mirov û xwezayê zerar dîtine. Şêniyên li gundên derdora santralê gotin divê bi lezgînî çareseriyek bê dîtin.
 
Li navçeya Dêrika Mêrdînê di sala 2018’an de Santrala Biyokutle ya Enerjiyê ku aîdê Golobal Yatirim Holdingê ye di meriyetê de. Piştî santralê dest bi hilberînê kir şênî, ajal û xwezaya navçeyê zerareke mezin ji vê sntralê dîtin. Cotkar û şêniyên navçeyê ku bi ajalvaniyê mijûl didibin diyar kirin ku bi hezaran ajalên wan telef bûne û xweza  ji weke berê ber nagire. Cotkara zeviyan Zarife Soylemez a 10 sal in vî karî dike dibêje em cotkar di zererê de ne û em santralan li ser erda xwe naxwazin.  
 
‘Nexweşiyên me nedîtine derdikevin holê’
 
Zarife Soylemez a ku 10 sal ebi karê cotkariyê mijûl e û hilberîna zeytûnan dike wiha got: “Dêrik cihekî dewlemend e û axa wê berheman zêde dide. Li vir bi taybet zeytun tên hilberandin û zeytûnên herî xweş in.  Em ji bi salanin li vir zeytunan hildiberînin. Heta niha me faydeyek zêde ji zeytûnan dikir. Lê piştî ku santral hate çêkirin şunde me tu fêde nedît. Berê ji darekê me 3 olçek zeytûn digirtin lê  îsal herî zêde me olçekek girt. Yên ku em digirin jî nêviyên wan xirabe ne û tama berê nadin.  Zindiyên ku li dora santralê dijîn tevahî jê bi bandor dibin. Ji ber ku zeytunên me xweşik ji bun karê me hêsan bû.  Guhertinên bi vî rengî yên mezin çêbûne. Gelek nexweşî li daran peyda bûne ku dibin sedema rizandina daran. Muhendisan jî ji van daran re derman peyda nekir û ji ber vê em êdî bi karê dikin nikarin debara xwe jî bikin.”
 
‘Em santralan naxwazin’
 
Zarife di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ajalên wan ji zirerên mezin dîtine û wiha got: “Mirina ajalan li navçeyê zêde bûye. Ligel mirina wan êdî weke berê ber jî nagirin. Ji her ku antral tê xebitandin pirsgirêkên me jî zêde bûne. Herkes dîroka dêrikê dizane.Axa wê gelek bi berhem e û me ji bo hilberînê pêdivî bi dermanan nedidît. Em naxwazin zerarê bidin xwezaya me. Em dixwazin berhemên xwe bê derman hilberînin lê ne pêkan e. Divê rayedar pirsgirêka me çareser bikin. Em li navçeya xwe santralan naxwazin. Ji ber ku zararê didin xweza û zindiyan”
 
‘Ger ajalvaniyê nekim ez bi çi debara xwe bikim’
 
Yek ji xwecihên navçeyê Newroz Erdem jî berteka xwe ya li hemberî santrala hatiye çêkirin wiha anî ziman: “Çar çêlekên min hebûn. 3 çêlekên min mirin. Sedema wan jî santrala li navçeyê hatiye çêkirin e û hewaya qirêj ku belav dike ye. Ger ez li vir ajalvaniyê û çandiniyê nekim ez ê wekî din çi karî bikim. Debara me li ser vî karî ye. Em xwe bi ajalvanî û çandiniyê xwedî dikin. Heger ew jî nebin gelo rayedar çi pêşniyarî me dikin. Em xwe çawa xwedî bikin. Ji ber hewaya qirêj ne tenê li ajal û hêşnahiyê li mirovan jî nexweşî peyda dibe. Bila santralên heyî betal bikin û yên nû jî çênekin. .”
 
‘Tendirustiya me têk dibin’
 
Nerîman Aslan jî diyar kir ku ajalên wan telef dibin û wiha got: “Beriya  ev santral bê çêkirin ne nexweşî hebûn, ne ji zirer li me dibû.  Em li ser axa xwe bûn û jiyana me bi tendirust bû. Lê niha rewş ne weke berê ye. Em ne biqasî divê berhem ji xwezayê didigirin û ne jî ji ajalên xwe.  Wê heta kengê wisa berdewam bike em nizanin. Çend salên din derbas bibin ne em ne ji lawirên me wê bikarin bi awayek bi tendirust li van cihan bijîn. Em santralan naxwazin.”