Jinên Wanî: Em baweriya xwe bi îktidarê neynin

  • 09:04 3 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - Jinên Wanî diyar kirin ku îktidar ji bo deng wenda neke ser pirsgirêkên welêt digire û gotin ew baweriya xwe bi îktidarê neynin. 
 
Şewba Kuresel a Koronayê, qeyrana aborî ya kûr dibe, bêkariya zêde dibe û polîtîkayên pevçûnê yên îktidar hem li hundur hem jî li derve dimeşîne welat ber bi rêyeke ne diyar ve diçe. Welatî ji gotinên îktidarê yên welat mezin dibe û ew ê aborî baş bibe, bawer nakin. Jinên li Kuçeyên Surmelî û Karşiyaka yên Riya Armûşa Wanê rûdinên wiha gotin:"Îktidar ji bo deng wenda neke ser pirsgirêkên welêt digire. Lê bi vê yekê nikarin gel bixapînin."
 
'Ez baweriya xwe bi daneyên Wezareta Tenduristiyê naynim'
 
Ayten Sagdeger bal kişand ser pirsgirêkên hem di qada aboriyê hem jî di qada tenduristiyê de mezin dibin û wiha got:"Îktidar ji bo deng wenda neke ser pirsgirêkên welêt digire. Lê bi vê yekê nikarin gel bixapînin. Di dema pandemiyê de kredî dan gel lê belê gel niha êdî nikarin van kredîyan bidin. Ez baweriya xwe bi daneyên Wezareta Tenduristiyê naynim. Ez bawer nakim ku rast bin. Gelek nasên me ji ber li nexweşxaneyan cih tune ye bi derfetên xwe li malên xwe tedawî dibin. Wekî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 10 hezar didin lê belê kesên ku jiyana xwe ji dest dane hîn zêde ne. Bi qedexeyan gelek mirov bê kar man. Gotin em hezar TL alîkariyê dikin. Ma hezar TL çi ye. Kî biçe marketê bi vî perî nikare pêdiviyên xwe bi cih bînin."
 
'Ew bi 80 hezar TL meaş digire lê gel ne xema wî ye'
 
Aytenê da zanîn ku ji bo dengê îktidarê kêm nebe ser her tiştî digire û wiha got:"Ez bawer im ew ê pêvajoya pêşiya me hîn dijwar be. Gelek kes ji bo debara xwe bikin havînî diçin gundê xwe. Di heman demê de ji ber pevçûnên li derve yên îktidarê aborî her ku diçe nebaş dibe. Ji bo aborî baş bibe divê têkiliyên bi derve xurt û baş bin. Ji bo çend dengan mirovan mexdûr dikin. Ew bi 80 hezar TL meaş digire lê gel ê ku debara xwe nikare bike, ne xema wî ye. Ji bo boykotkirina malên Firansayê bang li gel kir. Li ser gel polîtîkayên qirêj didin meşandin. Hêviyeke me ji îktidarê tune ye. Divê gel êdî li van polîtîkayan guhdar nekin bertekan hîn zêde nîşan bidin. Kesek nikare ola kesekî ji destê wan bigire û em olê jî ji wî hîn nebûn. Fikir û baweriya her kesî cuda ye."
 
'Ji ser gel bazirganiyê dike'
 
Taybet Geçkin da zanîn ku qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe û wiha got."Ji ber di serdema pandemiyê de gelek cih hatin girtin niha hîn gel bi wê mexdûriyetê dijîn. Gelek mirov nikarin xwarinekê bibin mala xwe. Ez ji tiştekî ku îktidar dibêje bawer nakim. Bila gel hişê xwe bi serê xwe de. Divê em gel diparêzin wê demê bila rûpoşan belaş bidin. Ez dema diçim marketê bê pere rûpoş nadin. Gelek mirov ew derfeta wan tune ye ku rûpoşan bikirin. Ji ser gel bazirganiyê dike."
 
'Em bacê didin dewletê'
 
Basra Kizil da zanîn ku her dem derfeta wan tune ye rûpoşan bigirin û wiha got:"Fatureyê av û ceyranê her roj zêde dibin. Divê rûpoş belaş bên firotin û buhayên av û ceyranê bikeve. Kesên hatin fatureya avê bibirin bêyî li saetê binêrin 120 TL fature birîn. Saetên ceyranê birin trafoyan. Xwedê dizane vê carê ew ê çiqas fatûre bê. Ez her karê xwe bi ceyranê dibînim. Behsa alîkariya 1 hezar TL'yî dikin. Ma mafê me ev e? Em bacê didin dewletê."