'Projeyên me yên ji bo koçberan dewam dikin'

  • 09:03 3 Mijdar 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Hevseroka Şaredariya Gel, Melek Hisên û ji Rêveberiya Heyva Sor  a Kurdî Eliye Mihemed ên Herêma Efrînê diyar kirin ku xizmet û projeyên ji bo wargehên koçberiyê dewam dikin û gotin: "Zehmetiyên jiyanî yên koçberan dewam dikin. Her proje û alîkariyên me ji bo şêniyên kampan dewam dikin."
 
Piştî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî Efrînê kir şûnde şêniyên Efrînê li kampên Şehbayê bi cih bûn. Niha şêniyên li kampan dijîn bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin. Ji ber rêyên xirab û kêmasiyên jiyanî şêniyên li kampan zehmetiyan dibînin. Her wiha Kantona Şehbayê ji aliyê Rejîmê ve hatiye dorpeçkirin. Şaredariya Gel û Heyva Sor a  Kurdî yên Herêma Efrînê ruxmê derfetên kêm hewil didin alikariya şêniyên koçber bikin û projeyên xwe têxin xizmeta gel. Têkildarî mijarê Hevseroka Şaredariya Gel, Melek Hisên û ji Rêveberiya Heyva Sor  a Kurdî Eliye Mihemed ên Herêma Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin. 
 
'Projeyên me yên ji bo koçberan dewam dikin'
 
Hevseroka Şaredariya Gel a herêma Efrîn, Melek Hisên bal kişand ser projeyên wan a salekê ku ketî xizmeta civakê û wiha got: "Ji bo proje û xebata me têkeve xizmeta civakê em tev digerin. Projeyên me yên ji bo koçberan dewam dikin. Proje û xebata me ya salekê ku ketî xizmeta civakê projeya sanitasyonê ye. Ev li kampên koçberiyê  Berxwedan, Serdem, Veger û Efrînê, her wiha li navçe û hin gundewarên din jî ket meriyetê. Li kêleka van, rê di navbera gundan û navçeyan de hate vekirin. Her wiha di dema belavbûna Vîrusa Koronayê de şaredariya gel berpirsiyariya gel girt ser milên xwe û ji aliyê dezefenkte, paqijî û parastina wan alikarî da. Di heman demê de em av, ceyran û rêyan jî çêdikin. Çi ji destên me were em ji bo alikarî û xizmeta gel amade ne." 
 
'Piştgiriya berxwedana gelê xwe dikin'
 
Ji Rêveberiya Heyva Sor a Kurdî ya herêma Efrînê, Eliye Mihemed bal kişand ser alîkariyên ku ji bo gel pêşkêş dikin û wiha got: "Piştî koçberiya gelê Efrînê tevahî kar û xebatên me ket xizmeta gelê koçber. Bi taybet li wargehan toz û qirêjî zêdetir e, loma nexweşî bi gel re zêde dibe. Ji bo wê me bi alîkariya şaredariya gel a Herêma Efrînê rêyên kampan çêkir da ku gel ji qirêjiyan biparêzin. Her wiha nêzî 513 km çargoşe hate çêkirin. Her wiha alîkariyên ku ji me re tên em giştî dixin xizmeta civakê. Em li gor derfetên xwe di aliyê tenduristiyê de alikariya gel dikin. Heta ji destên me were em ê alîkariya gelê  koçber bikin."