ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN

  • 09:00 3 Mijdar 2020
  • Rojev
*Şikriya Mihemed a ji bo amadekariya demsala zivistanê rîçalê kundiran her sal çêdike da zanîn ku demsala zivistanê zehmet e loma ew her sal amadekariyên xwe dikin û wiha got:"Dema ez amadekariya demsala zivstanê dikim, zivistan xweş û geş dibe."DÎMEN HEYE
 
*Qeyrana aborî ku her ku diçe kûrtir dibe bû gazincên sereke ya welatiyan. Amedî bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê dan û gotin: "Em nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cihbînin. Dema tiştek dikirin du caran difikirin. Çawa rayedarên dewletê dibejin rewşa aboriyê baş e!"  BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Şaredariya Gel, Melek Hisên û ji Rêveberiya Heyva Sor  a Kurdî Eliye Mihemed ên Herêma Efrînê diyar kirin ku xizmet û projeyên ji bo wargehên koçberiyê dewam dikin û gotin: "Zehmetiyên jiyanî yên koçberan dewam dikin. Her proje û alîkariyên me ji bo şêniyên kampan dewam dikin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Wanî diyar kirin ku îktidar ji bo deng wenda neke ser pirsgirêkên welêt digire û gotin ew baweriya xwe bi îktidarê neynin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Hîva Erebo nexşereya Kongreya 8'emîn a Kongreya Star ku di 20'ê Cotmehê de hatibû lidarxistin nirxand û wiha got: "Kongre ji bo me pêngaveke nû ye, erka me ya sereke ew e ku em parastina deskeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û mîrasên şehîdan yên ku ji me re hiştine, bikin." DÎMEN HEYE
 
*Sentrela Biyokutle ya Enerjiyê ku ji sala 2018'an de li Dêrikê ceryanê hildiberîne zerereke mezin dide gundên derdora xwe. Ji ber vê hilberînê di nava  3 salan de bi jimareke zêde de ajal mirine, mirov û xwezayê zerar dîtine. Şêniyên li gundên derdora santralê gotin divê bi lezgînî çareseriyek bê dîtin. DÎMEN HEYE
 
*Bi rêya telefonê bang li malbatan dikin û dixwazin derbarê zarokên wan de agahiyen bigirin. Malbatên li Şirnexê dijîn bertek nîşanî hewldanê dan û gotin: "Ev 40 sal in em bi vê zilmê re rûbirû ne. Zarokên me ji ber vê zilmê çûn. Her kes bi îradeya xwe diçe. Lê em jî dibêjin ku em ê li pêy şopa zarokên xwe bin." BI DÎMEN 
 
*Piştî 6 salan êzidî niha yek bi yek vedigerin cih û warê xwe. 27 malbatên ku bi fermanê re gundê Siba Şex Xidir terk kiribû niha vegeriyan gundê xwe. Şêniyên gund banga vegera êzidiyan kir û gotin: "Ligel zor û zehmetiyan jiyana li ser axa mirovan cudaye. Em ê li vir jiyanek avabikin û parastina xwe jî bikin." BI DÎMEN
 
*Şanoya Bajêr a Amedê piştî demekê, serdema xwe ya nû  bi lîstika “Hema Hema Jin: Elîzabeth” a nivîskarê îtalî Darîo Fo, vedike. Listikvanên şanoyê ku ji bo serdema nû bi kelecan in di 6’ê Mijdarê de bi listika nû li benda temaşevanên xwe e. DÎMEN HEYE
 
*TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê, li navçeya Cizîrê dê starta 25'ê Mijdarê  Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Hemberî Jinê  bide.(14.00)   
 
*Ew ê TJA'yê starta bernameya 25'ê Mijdarê di 8'ê Mijdarê de bi meşekê bide. Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgin da zanîn ku ew ê kampanyaya “Em xwe diparêzin” û çalakiyên 25'ê Mijdarê bi hev re bidin meşandin û got ew ê jin li her derê bin.   BI DÎMEN