Danişîna Las Tesîs: Em li pişt çalakiya xwe ne

  • 16:51 2 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Jinên ku par di dema dansa Las Tesîs de bi paşve kelepçekirî hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dadger. Berî danişînê, jinan daxuyaniyek dan û gotin: “Dansa Las Tesîs li tu devera cîhanê, rastî êrîşan nehat. Tenê li Tirkiyeyê ev yek weke sûc hat dîtin. Ji bo ku jin bijîn em têdikoşin. Ji ber ku em berpirsiyaran nîşan didin em tên sûcdarkirin."
 
Yekemîn danişîna doza endamên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KDCP) Ayşe Kavas, Fîdan Ataselîm û Nîsa Kor, Seda Elhan Barbaros, Sevda Yenkoylu û Yaprak Okatali yên ji bo şermezar kirina tundiya zilam a li dijî jinê tevlî dansa Las Tesîs a 8’ê kanûna 2019’an a Kadikoyê ya Stenbolê bûn, hat dîtin. Jin ji sûcê “tevlî civîn û meşên li dijî qanûnê bûyîn” hatin darizandin. Danişîn li 29’ê Dadgeha Cezayê Eslî yê Edliya Anadolû ya Kartalê hat dîtin. Jinên ne girtî tên darizandin û parêzerên wan tevlî danişînê bûn. Parêzerên jinan dîmenên vîdeoyê yên roja bûyerê yên ji dadgehê re hatibûn şandin îtîraz kirin û dadgehê jî biryar da ku dîmenan ji pispore bê şandin. 
 
Berî danişînê, gelek jin bi armanca piştevaniyê li ber edliyê kom bûn. Jinên ku li vê derê daxuyanî dan, pankarta “Ne Las Tesîsê, qatilan darizînin” vekirin. Sekretera Giştî ya KDCP’ê Fîdan Ataselîm, di daxuyaniyê de wiha got: “Dansa Las Tesîs li tu devera cîhanê, rastî êrîşan nehat. Tenê li Tirkiyeyê ev yek weke sûc hat dîtin. Ji bo ku jin bijîn em têdikoşin. Ji ber ku em berpirsiyaran nîşan didin em tên sûcdarkirin. Bi vê doza îro dixwazin jinan çavtirsandî bikin û hêzê bidin zilaman.” 
  
Fîdan, da zanîn ku rayedarên saziyên çemawerî û desthilatdarî berpirsiyarên cînayetên jina ne û wiha got: “Êrîşa polîsan a li dijî dansa Las Tesîsê, ne qanûnî bû. Dema ku me dansa Las Tesîsê dikir, ma ji Umîtcan û Mûsa Orhan gelekê bi talûketir bû? Daraza ku ew ne girtine, di nêrîna min de tune bûye.”
 
Jin piştî daxuyaniyê, derbasî salona danişînê bûn. Parêzer Îpek Bozkurt, Esîn Yeşîlirmak û Leyla Suren parastin kirin û wiha gotin: “Heya niha bi tu awayî qatilên jinan paşve ne hatine kelepçe kirin. Lê muwekîlên me paşve kelepçe kirin û kirin binçavan.” Fîdan Ataselîm piştî parastina parêzeran, axivî û wiha got: “Dansa Las Tesîs tenê li Tirkiyeyê bi êrîşan re rûbirû ma.”
 
Danişîn ji bo lêkolînkirina dîmenan taloqî 23’yê sibata 2021’an hat kirin.
 
Fîdan piştî danişînê daxuyaniyek kurt da û wiha bertek nîşan da: “Em li pişt gotinên xwe ne. Tevgera jinê wê li her derê hewldanên çavtirsandinê têk bibe.” Parêzer Leyla Suren jî, diyar kir ku ew dixwazin bibin dengên jinên dijî û ew ê heya dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin.