Ciwanên HDP'ê 1'ê Kobanê pîroz kirin
- 11:31 2 Mijdar 2020
- Rojane
AMED - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyên Baglar û Sûrê bi erbane û dirûşman Roja 1'ê Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta Roja 1'ê Kobanê ya Cîhanê kuçeyên Baglar û Sûrê meşa bi erbaneyan li dar xistin. Ciwanan di dema meşê de bi lîrandin û çepikan dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" berz kirin û li Kuçeyên Sûrê bi stranan govend gerandin.
Welatiyan jî bi çepikan piştgirî dan ciwanan.