Remziye Sizici: Biryara girtinê biryarek siyasî ye

  • 09:40 2 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka Yenîşehirê Remziye Sizici ku di çarçoveya endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê de hat girtin û piştre hat tehliyekirin, di rojên borî de careke din hatibû binçavkirin, Remziye diyar kir ku  têkoşîna jinê ne têkoşîneke bê astengkirin e.  
 
Di 22'yê gulanê de di çarçoveya operasyona li dijî Komeleya Jinê ya Rosayê de, endama Komeleya Jinê ya Rosayê û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Remziye di 28’ê Îlonê de serbest hatibû berdan. Her wiha di 22'yê cotmehê polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Yenîşehir û bajêr de girtin û hevserokên bajêr Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan û hevserokên navçeyê Remziye Sizici û Kasim Kaya binçavkirin. 8 rojan di bin çavan de man û di 30'yê îlonê de derxistin dadgehê. Hulya û Zeyyat hatin girtin û Remziye û Kasim jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan. Remziye ajansa me re axivî û diyar kir ku van hedefa êrîşan ne tenê Komeleya Jinan a Rosa yê bû. 
 
Hevserok Remziye derbarê binçavkirin û girtina xwe ya dema borî ji ajansa me re nirxand. Remziye da zanîn ku piştî ku hat tehliyekirin hefteyek şûnde carek din hat binçavkirin û got: "Em ne biyaniyên pêkanînên wisa ne. Bê hincet em hatin binçavkirin. Lê divê be zanîn ku em tu carî dev jî têkoşîna xwe bernadin." 
 
‘Jin li hemberê polîtîkayên dewletê derketin’
 
Remziye anî ziman ku bi talîmatê hatin girtin û got: “Berê girtina me jixwe Wazeretê Karên Hundir me hedef nîşan dabû. Ji ber ku jin, li hemberê polîtîkayên dewletê ya li dijî jinê derdiketin. Jin xwe pêş xist, xwe nas kir û xwe gihand her qadên jiyanê. Bi wî awayî rol û misyona ku civak li ser jinê ava kiribû, jin li dijî wê pergalê derketin. Çawa ku jin di her aliyê de xwe bi rêxistin kir di qada siyasetê de jî hebûna xwe da nîşandan. Lewra desthilatdar jinan hedef nîşan da û ji bo çewisandina jinê êrîşan pêk tîne."
 
'Em hêza têkoşîna xwe ji dîrokê digirin'
 
Remziye destnîşan kir ku hedefa êrîşan ne tenê Komeleya Rosayê bû, ji bo lawazkirina têkoşîna jina kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em êrîşên li ser jinê re ne biyanî ne. Jixwe di dîrokê de heya niha ev pêk hatiye. Lê jina kurd hêza têkoşînê ji dîroka xwe digire. Lewra têkoşîna me tu carî qût nabe. Tu carî ne bi girtin, binçavkirin û tepisandinê em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Armanca me jixwe tê zanîn. Em kuştina jinan naxwazin, tundiya li ser jinan naxwazin. Em tiştekî cuda û îllegal naxwazin an jî tiştekî li dijî mirovahî jî naxwazin. Tiştekî ku em dixwazin bila jiyanek wekhev û azadî be. Lê dixwazin me îlllegallîze dikin. Dema em dibêjin ‘Bila jin nemire’ em wek terorîst tên hesibandin."
 
‘Xebatên me yên jinê tên terorîzekirin’
 
Remziye, diyar kir ku xebatên wan an  li ser jinê tên îllegalîzekirin û wiha bi lêv kir: “Em li ser navê Komeleya Rosa yê hatin girtin. Civînên ku me li taxan ji bo jinan girt wekî sûc hatin nirxandin û em hatin sûcdarkirin. Ez siyasetmedar im û jinek kurd im. Ev xebatên min tiştên herî xwezayî ne. Xebatên ku em ji bo siyaset û jinê dikin tên îllegalîze kirin. Lê li gor zagonan be jî dema jina kurd bikeve nava hewldanan xebat wekî xebatekî teroriyê tê pênasekirin. Komeleya Rosa li dijî tundiya li ser jinê têkoşînan dide lê ev kesên ku Rosa yê birêvedibin kurd in. Ango li ser navê Rosayê de peyamek didin jinên kurd û jinên Tirkiyeyê."
 
 ‘Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’
 
Remziye da zanîn ku jinên kurd bêtir bi êrişan re rûbirû dimîne û ev tişt anî ziman: “Sedema êrişên li ser jina kurd ew e ku xwedî du nasname ne. Hem kurd in hem jî jin in. Ji ber vê jî bêtir jin bi êrişan re rûbirû dimînin. Dema ku kurd vîn û nasnameyê xwe parastin wê demê rastî her cûreyên êrîşan tên. Lê êdî ceribandinên me jî li ser van êrîşan heye ku em heya mafên xwe bidest bixin em ê têkoşîna xwe re berdewam bikin.”
 
'Girtina hevserokan biryarek siyasî ye' 
 
Remziye di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirina 22'yê cotmehê û got:" Em partiyekê siyasî ne. Ji bo me bigirin tenê di destê wan de daxuyaniyên me, wenêyên çalakiyên me û pankartên me yên çalakiyan hene. Ev tişt tenê hincet in. Dixwazin rê li ber siyaseta me bigirin. Lê bilê divê bê zanîn her êriş bêtir dibe sedema ku em bêtir xwe xurt bikin. Girtina hevserokên me tê wateya tunehesibandina vîna gel. Girtin biryarek siyasî û polîtîk e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Êrişên ku bi salan li hemberî me tê kirin ji me re bûn tecrûbe. Heta ku em mafê xwe bigirin dest em ê têkoşîna xwe bidomînin."