‘Ji ber amûrên wan ên çekdarî nemaye vê polîtîqayê kirine dewrê’

  • 09:04 2 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li ser navê rêvebira HDP’ê û aktîvîsta TJA’yê  Zîlan Ecevît hesabê sexte ya medyaya civakî ku hatiye vekirin parvekirinên dijminatî û tehdîtê hatine kirin. Zîlan, anî ziman ku ji ber amûrên wan ên çekdarî nemane ev polîtîqa li heremê kirine dewrê.
 
Dewlet li heremê polîtîqayên xwe yên taybet ku kirine dewrê berdewam dike. Li Şirnex û tevahiya navçeyên wê li gel zextên polîs û leşkeran ên li ser malbatên welatparêz, niha jî heman zext li dijî endam û rêvebirên HDP’ê tên kirin. Endam û rêvebirên HDP’ê ku ji aliyê polîsan ve di bin navê “sohbete” gazî muduriyeta emniyetê tên kirin.  Polîs ji HDP'yiyan pirsên   “hûn ji xebatên di HDP’ê de poşmanin an na? Hûn ji ber ku li HDP’ê ne  dixwazin ji qanûna poşmaniyê sûdê wergirin? Hûn çima diçin HDP’ê” dipirsin. Her wiha li ser navê HDP'yiyan hesabên sexte li ser medya civakî tên vekirin û li ser navê wan parvekirin jî tên kirin.
 
Ji van kesan yek jî rêvebira HDP’ê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad(TJA) Zîlan Ecevît e ku Li ser navê wê li ser medya civakî hesabê sexte hatiye vekirin. Zîlanê pêkanînên li hemberî xwe ji ajansa me re vegotin.
 
Zîlan, destnîşan kir ku li herema Botanê şerê taybet tê meşandin û got: “Ev êrîş bi salane li hembera me li kesan tên. Li Cizîrê nêzî du hezar malbatî bi telefonê hatine acizkirin û sîxurî li wan hatiye ferzkirin. Kesên ku ji bo îfadeyê gazî wan hat kirin û tişta li wan hat ferzkirin qebûl nekirine jî hatine îşkencekrin. Niha jî bi heman rêbazê bi telefonê li malbatên me digirerin. Ji hevalên me pirsên ‘hûn çima diçin HDP’ê? Kî/ke çi peywirê dike? Rol û mîsyona wan li HDP’ê çi ye?” dipirsin. Duh jî li ser navê min hesabekî sexte li ser medya civakî hatiye vekirin û peyamên tehdîtkar bi rêya hesabê hatiye vekirin parve kirine. Li ser vî hesabî ji gelek hevalên me yên rêveber re peyamên tehdît dikin şandine.”
 
‘Em ê tu carî dev ji vê berxwedanê bernadin’
 
Zîlanê, diyar kir ku ne cara yekeme li ser navê wê ev tişt tê kirin û wiha got: “Berî vê jî hesabên min yê medyaya civakî hat dizîn. Ev şerê dijwar herî zêde li herema Botanê tê meşandin. Bi vî awayî dixwazin me bitirsînin  û paşve gavê bi me bidin avêtin. Lê belê bila bizanibin pêşiyên me ji wan re serî netewandine û em jî natewînin. Kî vê polîtîqayê dimeşîne bila bizanibe ku em ê gav paşve nevêjin û li hember vê pergala qirêj berxwedana xwe bidomînin. Em ê tu carî dev ji vê berxwedanê bernadin. Em ê hesabê van tiştan ji wan bipirsin û li wan gilî bikin.  Tiştê herî balkêş ew e ku di salên 90’î de hîn tişt veşarî dihatin kirin, lê niha hemû tişt vekiriye û me tehdît dikin. Hesabê sexte ku li ser navê min hatiye vekirin dinivîse ‘Zîlan Ecevît’, lê dema tu hevaltiyê qebûl dikî dinivîse ‘îstîxbarata cendirme û peyamên tehdîtê tê de rêkirî ne.’”
 
‘Ev êrîş li dijî hemû jinan hatiye kirin’
 
Zîlanê, di dirêjiya axaftina xwe de got êrîş û tehdîtina ku lê hatine kirin li gelek jinan hatine kriin û wiha pêlda axaftina xwe:  “Di çarçoveya kampanya TJA’yê de li Şirnex, navçe û gundan em xebatan didin meşandin. Ev tehdît ji ber xebatên me ne. Ev jî nîşan dide ku dijmin ji xebat û berxwedana jinê ditirse. Ji ber vê yekê jî zêdetir bi ser jinê de tê. Di çarçoveya kampanyayê de têkiliyên me bi jinan re gelek başin. Dijmin ji van têkiliyan ditirse û ji ber vê yekê jinê hedef digire.”
 
‘Ji ber amurê wan ê çekdariyê nemayê vê polîtîqayê dimeşînin’
 
Zîlanê, anî ziman ku îktîdar di şerê çeêdarî de têk çûye û ji ber vê yekê ev polîtîqa kiriye dewrê û got: “Ji ber hêza wan a şer nemaye vê polîtîqayê li heremê dimeşînin. Dixwazin di nav civakê û gelan de nakokiyan derxînin. Ji ber vê yekê şerê derûnî kirine dewrê.Tu tişt nikare me bide sekinandin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”