'Ruxmî dagirkeriyê nivşekî zana û têgihîştî tê pêşxistin'

  • 09:02 2 Mijdar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Berdevka Xweser a Komîteya Rêvebirina Dibistanên navçeya Zirganê Şêrîn Ebdo sala xwendinê û rewşa dibistan û xwendekaran nirxand. Şêrînê teqez kir ku ew ê li hember dagirkeran asta zanebûn û têghiştinê bilind bikin.
 
Navçeya Zirganê bi 20 km. dikeve bakurê navçeya Til Temirê û girêdayî Kantona Hesekê ye. Navçeya Zirganê saleke zêdetir bi êrîş, topbaran û xeteriya dewleta tirk û komên girêdayî wê re, rû bi rû dimîne. Têkildarî rewşa dibistanan û xwendekaran Berdevka Xweser a Komîteya Rêvebirina Dibistanan a navçeya Zirganê Şêrîn Ebdo axivî.
 
Di encama şer de rewşa dibistanan 
 
Şêrînê di despêka gotina xwe de êrîşên dewleta tirk nirxandin wiha got: "Dewleta tirk a dagirker di encama şerê ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest pê kiribû, 29 dibistanên gundewarên Zirganê dagir kirine. Heman wextê jî  5370 xwendekar  ji dibistanên seretayî, amadeyî û navîn ji perwerdeyê bê par mane.  Ji ber xeteriya dagirkeran û her dem hedefgirtina dibistanan, niha 19 dibistan di xeta agir de ne."
 
Ji bo sîstema perwerdeyê civîn 
 
Şêrînê bal kişand ser gavên berî sala xwendinê ku avêtine û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji bo ku em rewşa xwendinê ya îsal nîqaş bikin, em bi malbatên xwendekaran re civiyan û li ser esasê perwerdeyeke baş û serkeftî me nîqaş dan meşandin. Malbat bi me re gelekî alîkar bûn.  Ji bo wê jî niha her ku diçe hejmara xwendekaran zêde dibE. Bi vê gavê me hewil da ku hewldanên dewleta tirk, ji bo têkbirina perwerdeya zimanê kurdî rawestînin."
 
'Ruxmî dagirkerî û xeteriyê hejmar baş e'
 
Şêrînê got ku ruxmî dagirkeriyê hejmara xwendekaran ji berê baştir e û wiha pê de çû: "Par hejmara xwendekaran bi giştî 8750 bû û îsal ji ber dagirkirina gelek gundan hejmar bû 2756. Roj bi roj hejmara xwendekaran zêde dibe."
 
'Peymanên navneteweyî bin pê dike' 
 
Şêrînê bal kişand ser dibistanên ku ji ber şer zerar li wan bûye û wiha got: "Dibistanên ku di bin dagirkeriyê de ne avahiyên wan hemî ji aliyê çeteyan ve hatine talankirin û xirabkirin. Gelek ji van dibistanan çete û dewleta tirk wekî barageh û noqteyên leşkerî bi kar tînin. Yên ku di xeta agir de ne gelek caran tên topbarankirin. Dewleta tirk hevpeymanên navneteweyî bin pê dike.  Ji ber wê niha bi hezaran xwendevan bê perwerde mane."
 
'Pêwîst e ku qada perwerdê dûrî pilanan be'
 
Şêrînê bi vê bangê dawî li gotina xwe anî: "Pêwîste ku qada perwerdeyê û dibistan dûrî hevpeymanên leşkerî û siyasî bin û Pêşeroja zarokan dibistan werin parastin. Em hewil didin ku nifşekî zane û têghiştî pêş bixin."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi giştî hejmara dibistanên navçeya Zirganê û gundewarên wê 81 e, niha 41 tên bikaranîn, yên din jî di xeta agir û di bin dagirkeriyê de ne.