ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'Î
- 09:00 2 Mijdar 2020
- Rojev
*Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Bajarê Helebê Fatma Koşen li ser helwesta ENKS’ê ya li dijî perwerdeya zimanê kurdî helwesta xwe anî ziman û got: "Perwerdeya zimanê kurdî yek ji deskeftiyên şoreşa me ye. Em helwesta ENKS'ê ya li dijî perwerdeya zimanê kurdî red dikin û em ê ji bo zimanê xwe têbikoşin." BI DÎMEN
* Berdevka Xweser a Komîteya Rêvebirina Dibistanên navçeya Zirganê Şêrîn Ebdo sala xwendinê û rewşa dibistan û xwendekaran nirxand. Şêrînê teqez kir ku ew ê li hember dagirkeran asta zanebûn û têghiştinê bilind bikin. DÎMEN HEYE
* Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdîne Perîhan Agaoglu ya ku ji meha Adarê ve hatiye girtin bi hinceta lêpirsîn berewam dike îdanameya derbarê wê de nehatiye amadekirin û ev pêvajoya lêpirsînê ji ber destê 2 dozgeran de hatiye guhertin.
*Li ser navê rêvebira HDP’ê û aktîvîsta TJA’yê Zîlan Ecevît hesabê sexte ya medyaya civakî ku hatiye vekirin parvekirinên dijminatî û tehdîtê hatine kirin. Zîlan, anî ziman ku ji ber amûrên wan ên çekdarî nemane ev polîtîqa li heremê kirine dewrê. DÎMEN HEYE
*Dayikên Şirnexî, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ji bo azadiyek mayîn de pêwîste ev tecrît bê rakirin. Her wiha dayikan destnîşan kir ku bi girankirina tecrîdê re şer jî giran bûye. BI DÎMEN
*Hevseroka Yenîşehirê Remziye Sizici ku di çarçoveya endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê de hat girtin û piştre hat tehliyekirin, di rojên borî de careke din hatibû binçavkirin, Remziye diyar kir ku têkoşîna jinê ne têkoşîneke bê astengkirin e. DÎMEN HEYE
*Ew ê li Şehbayê şevbihêrka hunerî bê lidarxistin (17.00)
*Ew ê meclîsa giştî li Helebê meşê li dar bixe (15.00)