Yenî Yaşamê pêveka jinê da weşandin

  • 16:09 1 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Yaşamê, pêveka jinê ya ku wê her ji 15 rojan carekê biweşîne çap kir. Hejmara yekemîn bi berga mijara “mêrantî” û manşeta "Yek ji avakirinên civakê mêrantî: Ev pergala wiha hatiye avakirin wiha nadome" derket.  
 
Rojnameya Yenî Yaşamê, pêveka jinê ya ji 15 rojan carekê ku dê bê amadekirin, li ser malpera rojnameyê da weşandin. Di pêveka yekemîn de nivîsên nivîskar Prof. Dr. Ozlem Cankûrtaran, Fîgen Aras, Çîgdem Ozturk, Zeynep Altinkaynak, Hulya Osmanagaoglû, Nebîle Irmak Çetîn, Ayşe Duzkan, Heval Arslan û Aysel Tabak cih girtin. Pêvek bi berga mijara “mêrantî” û manşeta "Yek ji avakirinên civakê mêrantî: Ev pergala wiha hatiye avakirin wiha nadome" derket.  
 
Xwîner dikarin nivîsên pêvekê   li ser hesabê @YeniYasamKadin Twitterê bişopînin.