Roja Kobanê ya Cihanê li Cizîrê bi şahiyekê hat pîrozkirin

  • 14:17 1 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX – Di pêşengiya Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê de, bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de Nuran Îmîr a HDP’yî ku axivî anî ziman ku di sedsala 21’emîn de nirxên mirovahiyê hatine parastin û got: “Destana şoreşa jinan û gelan berdewam dike.”
 
Di pêşengiya Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Şirnexê de, bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê li baxceyê avahiya HDP’ê ya Cizîrê şahî hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên navend û navçeyan û gelek kes tevlî şahiyê bûn. Li avahiyê pankarta “Bi Rihê Kobanê Faşîzm dê têk biçe hat vekirin.”
 
Şahîrêzgirtinê hat destpêkirin û piştre Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz axivî. Sebahattîn behsa girîngiya rojê kir û got ew ê berxwedana wan bidome. Piştre Nuran Îmîr a HDP’yî axivî.
 
‘Nirxên mirovahiyê hatin parastin’
 
Nuranê ev roj di serî de li Gelê Kurd û li hemû gelan pîroz kir û got: "Di sedsala 21’emîn de nirxên mirovahiyê hatin parastin. Ev şoreş berî her tiştî şoreşa jinê, dayik û ciwanan bû. Hêza hêzên enteryanolîstbû. Li dijî zihniyeta DAÎŞ’ê bi ser ketin. Heta îro jî ew nirxên pîroz li hemû cihanê belav bûne. Em wek HDP'ê nirxên ku li kobanê hatin parastin derdikevin. Heta ku em hebin têkoşîna ji bo parastina van nirxan jê wê bidome. Çawa ku gotin xilas nebûn wê îro jî xilas nebe. Destana şoreşa jinan û gelan berdewam dike. Ev destan dê bibe wesîleya azadiya Gelê Kurd û Rojhilata Navîn. Ew nirxê pîroz ji nav vê axa pîroz derket. Ne bi tenê 1’ê Mijdarê her wiha her roj em ê bi rihê Kobanê bijîn. Em ê xwedî li şoreş, sekin û berxwedana Kobanê derbikevin. Bi vê minasebetê jî li çar parçeyên Kurdistanê kesên ku tevlî vê rûmeta mezin bûne em wan slav dikin. Ev şoreş li me hemû yan pîroz be.”
 
Nuranê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser erdhêja li Îzmîrê pêk hat jî û ji xizmên kesên jiyana xwe destdan re sersaxî xwest û ji birîdnaran re jî şifa xwest.
 
Piştî axaftinan, şahî bi coşeke mezin bi govend û dîlanê bi dawî bû.