Ebru Gunay: Kobanê mavê têkoşînê ye

  • 14:08 1 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi diruşma “Bijî berxwedana Kobanê, Jin Jiyan Azadî” dest pê kir. Di daxuyaniyê de parlamenter Ebru Gunay axivî û got ku wan têkoşîn li Kobanê hat girtin dewr giritne.
 
 Partiya Demokratik a Gelan (HDP) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku salvegera destpêka têkoşîna li Kobanê ye li ber deriyê avahiya xwe ya li Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêxstinên HDP’ê yên bajêr û navçeyên bajêr, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa HDP’ê ya Ciwanan, Hevserokên HDP’ê, berdevka HDP’ê Ebru Gunay amade bûn.
 
ji bo bîranîn û rêzdariya li  ser giyanê şehîdan daxuyanî bi 1 deqe rêzgirtinê hat destpêkirin. Di daxuyaniyê de Ebrû Gunay û hevserokê HDP’ê Salîh Koday axivîn.
 
‘Me têkoşîna wan dewr girt’
 
Ebru Gunay hemû şehîdên Kobanê bi bîr anîn û wiha got: “1’ê Mijdarê roja têkoşîna li hemberî hovît û tarîtiyê ye. Bi hêza ku me ji têkoşîna Kobanê girtiye re em îro ji li hemberî taritiyê têkoşînê didin. Me têkoşîna wan dewer girt û em didin berdewam kirin. Kes nikare bi me gavê paş ve bide avêtin û em herdem  li ser ya xwe ne. Kobanê 133 rojan li ber xwe da.  Ev şoreş, şoreşa jinê ye, şoreşa ciwanan û gelê mazlom e. Emê di her şertû mercî de ji şoreşa xwe ya jinê bi hêz  bidin berdewamkirin  Di çarçoveya doza Kobananê de gelek hevalên me li Bakur hatin girtin. Em bêmafiya hatiye kirin şermezar dikin û hemû hevalên xwe bi bîr tînin.”
 
Daxuyanî bi diruşma “Bijî berxwedana Kobanê, Jin jiyan Azadî” bi dawî bû.