Ji rêxistinên jinan deklerasyona piştevaniyê mezin bikin
- 13:12 1 Mijdar 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo ku destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin û bibin bersiv ji bo her cureyê dagirkirin û qirkirinê bi armanca piştigriyê ji hemû jinên cîhanê bigirin kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.
Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kampanya îmzeyan piştgirî dan pêngava Kongreya Star a bi dirûşma "Na ji dagirkerî û qirkirinê re. Em bi hev re jinê û jiyanê biparêzin". Kampanyaya îmzeyê wê heta 25'ê Mijdarê bidome.
Jinên ku kampanya bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin wiha gotin: "Li ser esasê baweriya me bi têkoşîn û fedekariyên jinên cîhanê ji bo azadiyê û edaleta civakî ji bo jinan, divê em fedekariyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nasîn û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, bi bîr bixin. Van destketiyan nirxeke zêdetir da têkoşîna jinan. Hemleya ku îro dest pê dikin, wê heta 25'ê Mijdarê dewam bike. Armanca hemleyê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku tê de navên rêxistinên piştgiriyê didin hemleya me bên bibîrxistin. Ev hemle her wiha ji bo em piştgiriya rêxistinên jinan ên cîhanê ji bo destketiyên şoreşa jinê, bigirin û li dijî hemû rengên dagirkerî, qirkirin, emperyalîzm û faşîzmê bisekinin ku li gel bêdengiya hemû rêxistinên hiqûqî yên cîhanê û bêdengiya navneteweyî pêk tê."
Lînka îmzeyan a ji bo kampanyayê wiha ye:
https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLScvYTmQZl4ZEbuIVQCehs5Kh3d1CRiVvCPEp1TvAlh2O
Rêxistinên ku mohra xwe danîne binê kampanyayê:
Kongreya Star
Meclisa Jinên Sûriyê
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê
Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyê Demokratîk
Yekitiya Jinên Ciwan
Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan
Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Komeleya Aştî ya Mirovî
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan
Rêxistina Mafên Mirovan
Rêxistina Aşna ya Pêşveçûnê
Rêxistina Maya
Rêxistina Doz a Civaka Sivîl