MEBYA -DER'ê 1'emîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist

  • 13:03 1 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - MEBYA-DER 1'emîn kongreya xwe ya asayî li Mêrdînê li darxist. Parlementera HDP'ê Salîha Aydenîz têkildarê kongreyê axivî û wiha got: "Îro ji bo gelê kurd rojek watedar e û MEBYA -DER jî kongreya xwe li dar dixe. Em bawer in ku wê li gor wateya rojê xepatên pîroz bidin berdewam kirin."
 
Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER), bi dirûşma "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinî nirxên xwe biparêzin" 1'emîn Kongreya xwe ya asayî li Mêrdînê li Otela Yay Grandê  li darxist. Rêxistina Partiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), MEBYA-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê, DÎK, Platforma  Şahmaran a Jinan,  Hevserokên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, berdevka HDP'ê Ebru Gunay tevli kongreyê bun. 
 
'Em ê dawî li tecrîdê bînin'
 
Hevseroka DBP'ê ya Giştî Salîha Aydenîz di destpêka axaftina xwe de bal kişand  ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û got: "Ez hemu şehîdên riya azadiyê bi bîr tînim. Îro rojek bi wate ye. Bi hezaran kesî di oxira rizgariya mirovahiyê de canê xwe dan. Kobanê jî bu nîşaneya berxwedan û azadiya kurdan. Bi taybet ji têkoşîna jinê nayê jibîrkirin û wê bibe rêbaza jiyana me. Îroj jî êrîşên li dijî Gelê Kurd berdewam dikin. Lê em ê wekî li Kobanê li hemberî faşîzmê têkoşîna xwe bidomînin.  Divê em bi vî rengî berxwedana xwe li kolanan mezin bikin. Rêbertiya me demek dirêj e di bin tecrîdê de ye. Ev tecrît di heman demê de li ser me jî tê meşandin. Divê em bi têkoşîna xwe dawî li tecrîdê bînin."
 
Salîha bal kişand ser kongreya MEBYA -DER'ê jî  wiha berdewam kir: "Komele jî di vê rojê de kongreya xwe li dar dixe. Em bawer dikin ku wê li gorî wateya vê rojê xwe rêxistin bike. Ev kongreya wê ya yekeme û we MEBYA-DER layiqî Kurdistanê xebatên xwe bidomîne. Wê li dijî zilmê, girtinan û gefan ji bi vî rengî sekna xwe bide berdewamkirin. Serkeftin ji me hemuyan re."
 
Di kongreyê de rêvebir û endamên komeleyê hatin bijartin. Ji bo hevserokatiya komeleyê Mehmet Akpinar û Netîce kalkan hat hilbijartin.
 
Kongre bi pîrozkirina xebatkaran bi dawî bu.