Hejmara miriyan a ji ber erdhejê zêde dibe

  • 09:07 1 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên AFAD'ê têkildarî erdheja li Îzmirê daneyên dawî parve kirin û aşkere kirin ku hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 43'yan. 
 
Di 30'ê Cotmehê de li Îzmirê erdheja hêza wê 6.6 pêk hat, zêdeyî 20 avahî hilweşiyan û bi sedan avahî jî zerarek mezin dîtin. Hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêde dibe.
 
Rayedarên AFAD'ê têkildarî erdheja li Îzmirê daneyên dawî parve kirin û aşkere kirin ku hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 43'yan. Rayedaran anîn ziman ku 896 kes birîndar bûne û 229 kesên birîndar bûne jî hêj têne dermankirin. Herwiha rayedaran destnîşan kirin ku li 9 avahiyên hilweşiyayî jî lêgerîna mirovan didome.