'Zimanê me hebûn û çanda me diparêze'

  • 09:03 1 Mijdar 2020
  • Rojane
Necah Miîş - Hêlîn Gemo
 
HESEKÊ - Mamoste û xwendekarên bajarê Hesekê nerazîbûna xwe têkildarî helwesta ENKS'ê ya li dijî perwerdeya bi zimanê dayikê  nîşan dan û gotin: "Em li dijî biryara ku ENKS'ê li dijî perwerdeya bi zimanê dayikê daye, derdikevin. Me bi hezaran şehîd daye da ku zarokên me perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bibînin. Zimanê me hebûn û çanda me diparêze."
 
Di rojên borî de di navbera Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK)  û ENKS'yê de, li gorî çavdêrên siyasî hevdîtinên kurdî-kurdî gihiştbûn asteke baş. Lê ENKS li hemberî pergala perwerdeya heyî ya bi Zimanê Kurdî û hevserokiyê derket û bi hinceta ku zimanê kurdî ne fermî ye daxwaz kirin ku ji holê rabe. Têkildarî vê mijarê mamoste û xwendekarên bajarê Hesekê yên ku perwerdehiya xwe bi zimanê dayikê dibînin nêrîn û daxwazên xwe bi me re parve kirin.
 
'Divê hemû kurd xwedî helwest bin'
 
Mamoste Bêrîvan Mehmûd diyar kir ku ji zarokatî de bi hesret bûn ku ew bi zimanê xwe li dibistanên Rejîmê biaxivin û wiha domand: "Em li dijî helwesta ENKS'ê ne. Şoreşa ku ev bûye 10 sal me dest pê kiriye ji bo ziman e. Me bi hezaran şehîd daye da ku zarokên me perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bibînin. Divê her kesê kurd alîkariya zimanê xwe bikin ne li dijî wê derkevin. Îro roj roja me ye ku em bi rehetî zimanê xwe dixwînin, wê jî dixwazin ji me bistînin. Daxwaza min her kesê kurd parastina zimanê xwe bikin ji ber ku zimanê me hebûn û çanda me diparêze, zimanê me tune be em jî tune dibin. Divê hemû kurd li dijî vê helwestê rabin û bibin yek."
 
'Em bi hesreta tîpekê bûn'
 
Xwendekara Dibistana Ehmed Zaal Sarîn, Merwan Îsa jî da zanîn ku bi salan şer kirine ji bo perwerdehiya xwe bi zimanê dayikê bibînin û wiha pê de çû: "Helwesta ENKS'ê em qet napejirînin, ev çend sal in em bi zimanê dayikê dixwînin û em kedekê didin da ku em baş fêr bibin. Em qet qebûl nakin ku dîsa zimanê rejîmê bi me bidin xwendin. Em bi hesreta tîpekê bûn, me şer kir da ku em karibin bi zimanê dayikê bixwînin."
 
'Divê Zimanê Kurdî bi fermî were pejirandin'
 
Sarîn rexne li ciwanên ku diçin dibistana rejîmê dixwînin jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ciwanên me bi hinceta ku Zimanê Kurdî ne fermî ye, li dibistanên Rejîmê perwerdeya xwe dibînin, her wiha li gorî sîstema wan xwe rêxistin dikin. Bav û kalên me bi hesreta ziman bûn û dixwestin ku ji hêla civakê ve bê xwendin. Daxwaza min a sereke ew e ku Zimanê Kurdî bi awayekî fermî were pejirandin."
 
Saya Ebdelhemîd Fetah jî  nerazîbûna xwe wiha nîşan da û got: "Piştî ev qas sal me bi zimanê dayikê xwendiye bi rehetî dixwazin me dûrî perwerdehiya bi zimanê dayikê bixînin. Hêviya min ew e ku hemû ciwanên me jî vegerin bi zimanê xwe bixwînin û xwe li gorî wê rêxisitin bikin."