'Dewleta tirk bi êrişan dixwaze demografiyê biguhere'

  • 09:01 1 Mijdar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Jinên navçeya Zirganê têkildarî êrişên dewleta tirk û bêdengiya Hêzên Rûsya û Rejîmê yên li Zirganê bi cih bûne dan zanîn ku ew aramiyê dixwazin û wiha gotin:"Dema êrîşek ji aliyê dewleta tirk ve li ser herêmên me çêdibe, hêzên Rûsya û Rejîmê xwe didin quncikekê û bersiva wan nadin. Ev herdu hêz erka xwe pêk naynin û herêm sûdê ji wan nagire."
 
Navçeya Zirganê bi dehê caran ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatiye hedefgirtin. Şêniyên Zirgan û gundewarên wê bi erkê xwe yê exlaqî ve radibin û axa xwe, ruxmî xeteriyan diparêzin. Li Zirganê Rêjîm û Rûsiya bi cih dibin. Di dema ku dewleta tirk êrîş dike ango herêmê û gundan topbaran dike, Hêzên Rûsiya ku wekî garantorê herêmê xwe nîşan daye, helwesteke cidî  nîşan nade. Têkildarî vê mijarê jinên navçeya Zirganê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Dewleta tirk bi êrişan dixwaze demografiyê biguhere'
 
Selwa Hecî Mihemed êrîşên salekê ku li ser herêmê tê kirin wiha anî ziman: "Dewleta tirk bi êrişan dixwaze demografiyê biguhere.
Bêdengiya Rêjîma Sûrîyeyê û Hêzên Rûsya ya li djî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, hevpeymaneke veşartî ku di bin masê de hatiye îmzekirin, dide xuyakirin. Eger bersiva êrîşan û topbaranê nadin gelo li ser axa me çi dikin? Êrîşên ku îro li ser herêmê tê kirin li ser giştî gelê herêmê ye ne tenê li ser Gelê Kurd e."
 
'Pêwîst  e Rûsya û Emerîka helwesteke cidî nîşan bidin'
 
Selwayê bang li Emerîka û Rûsya kir ku li gorî hevpeymanê tev bigerin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Hevpeymanên di navbera Tirkiye, Rûsya û Emerîkayê de hatiye îmzekirin, dema ku sivîlek tê qetilkirin ango gundek tê topbarankirin, hevpeyman vala derdikeve. Eger hevpeymanek hebe û dewleta tirk û çeteyên wê binpê dikin ev êdî ne hevpeyman e. Li hember binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê pêwîst e Rûsya û Emerîka helwesteke cidî nîşan bidin."
 
'Dixwazin binesaziya herêmê birûxînin'
 
Nûr Mihemed diyar kir ku ruxmê êrîşan ew dev ji axa xwe bernadin û wiha got:"Ruxmî êrîş û xeteriyan em her dem fedayîyê axa xwe ne. Dewleta tirk di destpêkê de bi hinceta ku 'wê herêmeke ewle ava bikin', xaka me dagir kirin û paşê jî guhertineke çandî û dîrokî dide meşandin. Ruxmê ku hevpeyman hatine îmzekirin, lê belê dewleta tirk binesaziya herêmê bi qutkirina Ava Elok, êrişên li ser nexweşxaneyan û topbarana li ser gundan dixwaze birûxîne." 
 
'Rûsya û rejîm bila bi erka xwe rabin'
 
Nûr bi vê daxwazê dawî li gotina xwe anî: "Dema ku topbaranek ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve, ser navçe û gundan çêdibe Hêzên Rûsya û Rêjîmê xwe didin quncikekê û bersiva wan nadin. Ev her du hêz tenê bi al û erebeyên xwe hene, lê tu sûdê nadin herêmê û erka xwe pêk naynin. Daxwaza me ji hêzên Rûsya û Rêjîm hene  ku ne bê deng bin, bila bi erka xwe ve rabin."