ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 1 Mijdar 2020
  • Rojev
* Jinên navçeya Zirganê têkildarî êrişên dewleta tirk û bêdengiya Hêzên Rûsya û Rejîmê yên li Zirganê bi cih bûne dan zanîn ku ew aramiyê dixwazin û wiha gotin:"Dema êrîşek ji aliyê dewleta tirk ve li ser herêmên me çêdibe, hêzên Rûsya û Rejîmê xwe didin quncikekê û bersiva wan nadin. Ev herdu hêz erka xwe pêk naynin û herêm sûdê ji wan nagire." DÎMEN HEYE
 
*Li herêmê jin hîn çanda xwe ya tevnê didomînin. Dîndar Ekîncî, di bin kon de tevna xwe daniyê û hewcedariyên mala xwe pê dike. Ji bo Dîndar parastina çand girîn e. Dîndar tiştên ku ji dayika hîn bûyî niha jî hinê zarokên xwe dike. BI DÎMEN 
 
*Mamoste û xwendekarên bajarê Hesekê nerazîbûna xwe têkildarî helwesta ENKS'ê ya li dijî perwerdeya bi zimanê dayikê  nîşan dan û gotin: "Em li dijî biryara ku ENKS'ê li dijî perwerdeya bi zimanê dayikê daye, derdikevin. Me bi hezaran şehîd daye da ku zarokên me perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bibînin. Zimanê me hebûn û çanda me diparêze." DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Pîremîra girêdayî navçeya Qoserê çanda çêkirina xaniyên kerpîç berdewam dike. Bi kedekî kolektîf xanî tên çêkirin. Jinên gundê Pîremîrê di demsala payîzê de dest bi sewaxkirina xwaniyên xwe yên kerpîç dikin. BI DÎMEN 
 
* Gelo haya senarîstên dîzîyan ên ku jinan bi zayina zarokan pîroz dikin, ji tundiya li ser jin û zarokan ên li Tirkiyeyê hene? Senarîst ji jinan re dibêjin zayina zarokan 'bextewariya herî mezin e'. Em jî dibêjin bextewariya herî mezin azadî ye. MEDYA KRÎTÎK
 
*7 cenazeyên ku li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin, yek jê cenazeyê Naîf Bulduk e. Dayika wî Emîne Bulduk, bertek nîşanî nedayîna cenazeyê da û got: "Bi nedayîna cenazeyan dixwazin em bêtir êşê bikişînin." BI DÎMEN 
 
*Li Tilt Temirê meşa mamosteyan derbarê helwesta ENKS'ê de (12.00)
 
* Di pêşengiya rêxistina HDP'ê de, bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê li avahiya Cizîrê şahî  dê bê li dar xistin. (13.00) 
 
*Li Mêrdînê Kongreya Awarte ya MEBYA-DER'ê (11.00)