Ayşe Gokkan û 13 kesên din bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn

  • 16:04 31 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Berdevka demê ya TJA'yê  Ayşe Gokkan û 13 kesên di binçavan de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn. 
 
Duh di çarçoveya lêpirsîneke li Mêrdînê di 2014'an de dihat meşandin de tevî berdevka demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan, 13 kes hatin binçavkirin. Ayşe Gokkan li Amedê hat binçavkirin anîn Mêrdînê. Di heman demê de dozgeriyê derbarê 14 kesên hatin binçavkirin de biryara binçavkirinê ya 4 rojî dabû. 
 
Îro Ayşe Gokkan û 14 kesên ku hatî binçavkirin bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn. Nayê zanîn ku dê çi wextî îfadeyên wan bên girtin.