20 Mexmûrî ji hêla PDK'ê ve hatin girtin

  • 14:31 31 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li gorî agahiyên Komîteya Kar û Barên Derve ya Mexmûrê di nava mehekî de herî kêm 20 şêniyên wargehê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve li Hewlêrê hatine girtin. Ji 20 kesan 5 jin û 15 jî mêr in. 
 
Ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) didome. Ligel amborgoyê zextên li hemberî wargehê jî didomin. Her wiha demek dirêje jî li Herêma Federal a Kurdistanê jî polîtîkayên girtin û qirqirinê tê meşandin. Herî dawiyê di nava mehekî de 20 şêniyên wargehê ji hêla hêzên asayîşa PDK'ê hatin girtin. 
 
Li gorî agahiyên Komîteya Kar û Barên Derve ya Mexmûrê di nava mehekî de herî kêm 20 şêniyên wargehê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve li Hewlêrê hatine girtin. Li gorî gahiya ku hatî dayîn ji wan 20 kesên hatine girtin 5 jin û 15 jî mêr in. Her wiha hat gotin ku ji wan kesên ku hatine girtin 15 karker û 5 jî xwendevan in.
 
Derbarê kesên ku ji hêla PDK'ê ve hatine girtin agahî nayên girtin. Navê kesên ku hatine girtin wiha ne: "Hacî Yildirim, Aycan Çelebî, Seîd Kara Abdulla, Abdulkerim Kara Yusif, Sadiq Bulut Ehmed, Aydin Apaydin, Orhan Bulut, Rûken Ustun, Karoş Rustem, Şivan Mihemed, Zîlan Salih, Qeder Salih, Mahîr Spêrtî, Xurbet Tunç, Rûbar Sadiq, Êhsan Şêx Silêman, Eşref Korhan, Yusuf Cemal û Delîla Çiya."