Aktivîstên TJA'yê: Divê Ayşe Gokkan demildest bê berdan

  • 13:02 31 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Aktivîstên TJA'yê bertek nîşanî binçavkirina Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan dan û wiha gotin:"Em li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Divê Ayşe Gokkan demildest bê berdan. Em ê wekî rêhevalên wê li têkoşîna wê xwedî derkevin."
 
Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan do di encama biserdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin. Ayşe ku bi çarçoveya lêpirsîna di 2014'an de hat binçavkirin birin Mêrdînê. 
 
Aktivîstên TJA'yê bertek nîşanî binçavkirina Ayşe dan. 
 
'Ew ê tu hêz têra têkbirina îradeya jinê neke'
 
Aktivîsta TJA'yê û Hevseroka Şaredariya Hezexê ya qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin, Songul Erden da zanîn ku îradeya jinê xurt e, ew ê tu hêz têra têkbirina îradeya jinê neke û wiha dewam kir:"Îktidar dixwaze bi binçavkirin û girtinê îradeya jinê têk bibe. Ev êriş hemû bi destên îktidar û dewletê tê kirin. Ew jî dizanin jinên kurd pêşengên civakê ne û li dijî hemû tiştî dibin mertal. Ayşe Gokkan jî jineke kurd a têkoşer e. Em di 2014'an de jî bûn şahidê serîhildana Ayşe. Me dît ku çawa bi têkoşîna xwe serî hildide."
 
'Em ê bêtir têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin'
 
Berîtan Onen bi lêv kir ku îktidar her ku lawaz dibe êriş dike û wiha pê de çû:"Dixwazin bi girtin û binçavkirinan îradeyê têk bibin. Em tu carî li dijî êrişên li ser jinan ranawestin. Em ê bêtir têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi kampanyaya xwe ya 'Em xwe diparêzin' bersivê bidin van êrişan. Bila berdevka me Ayşe Gokkan demildest bê berdan."
 
'Em ê wekî rêhevalên wê li têkoşîna wê xwedî derkevin'
 
Zelal Bîlgîn da zanîn ku binçavkirina Ayşe ne tesaduf e û wiha got:"Ayşe di 30'ê Cotmeha 2014'an de li dijî 'Dîwarê şermê' dest bi rojiya mirinê kiribû. Loma binçavkirina wê ya di heman dîrokê de ne tesaduf e. Dixwazin têkoşîna jinê têk bibin. Ayşe Gokkan li dijî şer û sîstemê têdikoşe. Ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li cîhanê jî Ayşe beramberê têkoşîna xwe digire. Dema dikevin zorê di destpêkê de êrişî jinê dikin. Em ê wekî rêhevalên wê li têkoşîna wê xwedî derkevin."