Serlêdana ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nehat qebûlkirin

  • 11:46 31 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê wan re ji aliyê Serdozgeriya Komarê a Bûrsayê ve nehat qebûlkirin. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Rezan Sarica, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, roja înê serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dabûn û xwestibûn ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin. Serlêdana parêzeran ji aliyê serdozgeriyê ve bi hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo 6 mehan ku di 23’ê îlonê de ji aliyê 2’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû girtin ve hat redkirin. 
 
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, di sala 2019’an de piştî 8 salan 5 hevdîtinan pêk anîbûn.