Xizmên Windayan li aqûbeta Giyasettîn Odûncû pirsîn

  • 11:44 31 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Di 612'emîn hefteya çalakiya Xizmên Windayan de li aqubeta Giyasettîn Odûncû yê ji 1995'an vir ve agahî jê nayê gitin hat pirsîn.
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya  Amedê, çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a her hefteyê li dar dixin, di hefteya 612’emîn de, bi vîdeoya weşandin li dar xistin. Vîdeo li ser hesabê medyaya civakî ya komeleyê hat weşandin. Rêveberê komeleyê Adnan Orhan, di vîdeoyê de axivî û çîroka Giyasettîn Oduncu yê di meha Gulana 1995’an de li Amedê dibin çavan de winda bû vegot.  
Çîroka Giyasettîn Oduncu wiha ye:
 
"Malbata Giyasettîn Odûncû, li gundê Ormankaya ya girêdayî navçeya Hezro ya Amedê dijiya. Zewicîbû û bavê 3 zarokan bû. Di sala 1992’yan de, ji bo ku niştecihê gund bibin cerdevan her tim bi ser gundê wan de dihat girtin. Bavê Giyasettîn di heman salê de, diçe gundê Sîne yê Lîcê serdanekê û ji aliyê cerdevanên gundê Sîne ve tê kuştin. Giyasettîn ji ber zextên bibe cerdevan û kuştina bavê xwe, neçar dimîne ku gundê xwe terk bike. Giyasettîn tê li Semta Melîkahmet a Amedê bi cih dibe. Li bajêr bi pir cîdî pirsgirêkên aborî dijî. Ji bo ku debara malbata xwe bike, dest bi karê înşaetê dike. Di rojên dawî yên Gulana 1995’an de ji hevjîna xwe re dibêje, wê bi  hevalên xwe re biçe golê. Bi vî awayî ji malê derdikeve û carek din agahî jê nayê girtin.
 
Tu encam ji dozê nehat girtin
 
Wê demê, malbat ji ber atmosfera siyasî ya xirab a herêmê serî li tu saziyên dewletê nade. Piştî bûyerê 6 mehan, polîsên sivîl tên mala wî û ji malbata wî re dibêjin ew polîs in. Ji hevjîna Giyasettîn, Aysel Odûncû pirsa wî dikin. Aysel Odûncû, ji wan re dibêje ev 6 meh in hevjînê wê winda bûye. Polîs li ser vê yekê jê re dibêjin, biçe hevjînê xwe ji Adapazarê bigire. Çawan ku polîsên sivîl ji malê diçin, Aysel bi xizmê xwe Sedat Dalan re diçe Qereqola Polîsan a Sûrê û pirsa hevjînê xwe dike. Lê polîsên li qereqolê ji wan re dibêjin tu agahiya wan ji vê bûyerê tune ye. Derbarê bûyerê de, di 31’ê Adara 2003’yan de, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Amedê doz hat vekirin. Lê tu encamek derneket holê. Ligel hemû hewldanên malbatê, tu agahî ji Giyasettîn Odûncû nehat girtin. Ev rewş hîna jî dewam dike.”