Şêniyên Îzmîrê: Em neçarin ku vegerin malên xwe

  • 10:54 31 Cotmeh 2020
  • Rojane
Melîke Aydin - Gulîstan Azak
 
ÎZMÎR- Şêniyên ku ji erdhêje mexdûr bûn şeva xwe li derve derbas kirin, gotin: "Bêtir avahiyên ku nû hatine çêkirin hilweşiyan. Avahiyên ku 60 û 70'î salî li ser piyan e. Kontrola avahiyan nayên kirin û kesên ku avahiyan çêdikin jî bê vijdan tevdigerin. Lê em neçarin ku vegerin malên xwe." 
 
Duh li navçeya Seferîhîsar a girêdayî navenda Îzmîrê, di saet 14.51'an, de bi pileya 6.6 erdhejek dijwar pêk hat. Erhej li gelek bajarên herêmên Ege û Marmariyê, hat hîskirin. Şêniyên Îzmîrê şeva li derve derbas kirin. Şeniyên li taxa Masuroglu ya navçeya Bayrakliya Îzmîrê neçarin ku piştî demek din vegerin xaniyên xwe yen xisar dîtine. Şêniyên li taxê dijîn nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
'Avahiyên 60 û 70'î salî li ser piyan man'
 
Welatiyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku duh îşev li konên şaredariya Bayrakliyê mane û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez li jêr bûm û zarokê min jî li qada jor bû, dema erdhejê min xwest ev zaroka xwe rizgar bikim. Vê demê ceryan jî çû em di nava tirsê de bûn. Mirov nikare wê demê bîne ziman. Xizmek me zirar nedît ev tişt ji bo me kêyfxweşiye. Me bi xwe avahiya xwe çêkir û hinek zirar dîtiye. Ligel hinek zirar dîtiye jî em nikarin biçin xwaniyê xwe. Nêzî 20 sal in em li vî xaniyê dijîn. Lê belê avahiyên ku xirabûyî jî 2 û 3 salî ne. Divê mirov ji avahisazan bipirse çima? Avahiyên 60 û 70 salî hilneweşiyan e." 
 
'Deme mirov bijî mirov bêtir his dike'
 
Kurê Hasan Yapici ê 15 salî di bin kavilê de hat derxistin û Hasan wiha got: "Di bûyerên wisa de her kes li ber televizyonê dibêjin wis nekin wisa bikin. Lê dema mirov li cihê bûyerê be mirov dizane ku hest û gotin ne yek in. Dema ez çûm ber kavilê min ne dizanî kurê min e û min jî hewl dida ku mirovanan rizgar bikim. Her wiha min dît ku kurê min di bin kavilê de maye. Kurê min xwe xwistiye bin dîwanê û xwe parasti ye. Dema mirov bijî mirov bêtir his dike."
 
'Bêtir avahiyên nû hilweşiyan'
 
Hasan, destnîşan kir ku avahiyên ku hilweşiyane avahiyên nû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Avahiyên ku nû hatine çêkirin li gorî rêgezên erdhejê nehatine çêkirin. Kontrolên ku tên kirin qels in. Divê her mirov bi vijdan tevbigire. Mirov nikare ji bo her avahiyek karmendek wezîfedar bike. An xizên behrê û an jî malzemeyên kêm bikar tînin. Vijdana mirovatiyê tenê li ser qezençkirina pereyê zêde ye. Ji ber vê ev tişt pêk tên. Ji hêla dewletê ve çend kontrola avahiyan bê kirin jî divê kesên ku çêdikin bi vijdan bin. Erdê li vir bi xwe çirav e. Ev der kendav (korfez) e. Cihêkî navendî ye û cihê ku herî bi xeter e." 
 
'Keça min rizgar bikin...'
 
Jina ciwan a bi navê Dîlan jî wiha behsa erdhejê kir: "Ez jî di nava xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de bûm. Di avahiyekî de me dayikek û keçika wê rizgar kir. Lê di avahiyekî de jî kur û bavên ku hevdû hembez kiribûn jiyana xwe ji dest dabûn hebû. Kesên ku birîndar hatin rizgarkirin jî li nexweşxaneyan tên tedawîkirin. Li vir derûniya mirovan têk diçe. Li vî taxê her kes hevdû nas dike û diçin alîkariya hev. Herkes dibêje wekî erdheja Golcukê ye. Qêrîna mirovan... mirovên ku nehatin rizgarkirin... Me bi destê xwe kavilên heyî kola. Dayikek di bin kavilê de bû û diqêriya û digot 'keça min rizgar bikin'"
 
'Bê kontrolî an rant?'
 
Welatiyê ku nexwest navê xwe bêje diyar kir ku avahî saxlem nehatine çêkirin û got: "Kolonên ku avahiyê li ser piyan dihêle hemû rizîne ji ber ku bi xizê behrê hatine çêkirin. Avahiya 7 qatî ji ber ku bi xiza behrê hatiye çêkirin niha bûye 4 qat. Bê kontrolî? An rant? Xaniyên yek qat saxlem in. Hinek derizine. Welatî li ber avahiyên xwe di nava nobedê de ne û nikarin biçin hindûr û nikarin biçin cihekî din."