'Hat dîtin ku amadekiriyên ji bo erdhejê nehatine kirin'

  • 10:40 31 Cotmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay diyar kir ku bi erheja li Îzmîrê pêk hatiye eşkere bûye ku avahî li ser bingeheke serast û baş nehatine avakirin û bang kir ku welatî nekevin avahiyên xisar dîtine û herin cihên bi ewle. 
 
Di erdheja ku li Seferihisara Îzmîrê bi pîleya 6.8'î pêk hat de gelek avahî hilweşiyan û xisar dîtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay a ku çûbû cihê bûyerê got:"Hat dîtin ku amadekiriyên ji bo erdhejê nehatine kirin."
 
'Me agahî girt ku pirsgirêk li girtîgehan tune ye'
 
Serpîlê da zanîn ku ew li hêvî bûn ku ew ê erdhej li Egeyê pêk were lê belê dîsa jî têkildarî vê yekê de amadekarî nehatine kirin, avahî li ser bingeheke serast û baş nehatine avakirin û wiha dewam kir:"Hîn erdhejên biçûk çêdibin û gelek avahiyên xisar dîtine dibe ku hilweşin. Cihê ji bo mexdûrên erhejê herin kêm in û pirsgirêka pêdekirina xurekê heye. Me piştî cihê bûyerê ziyaret kir me telefonî girtîgehan jî kir. Me agahî girt ku pirsgirêk li girtîgehan tune ye. Em ê biçin serdana nexweşxaneyan jî û rewşa kesên birîndar jî pirs bikin."
 
'Divê kes nekevin avahiyên xisar dîtine'
 
Serpîlê da zanîn ku HDP'ê ji bo piştevaniyê maseya krîzê ava kiriye û wiha pê de çû:"Divê kes nekevin avahiyên xisar dîtine. Divê avahiyên xisar dîtine wekî mal an jî wekî cihê kar neyên bikaranîn û ji bo vê yekê xebat bê kirin. Divê avahiyên xisar dîtine ji nû de neyên tamîrkirin. Çimkî heger erhdhejeke din çêbibe ev yek ew ê ne baş be. Ev talûke ye. Berê li Avcilara Stenbolê jî bûyereke bi vî rengî qewimîbû. Di serî de peywireke mezin dikeve ser milê rêveberiyên herêmî. Ji bo ji niha şûnde kesek jiyana xwe ji dest nede û xisarên wekî din rû nedin bi awayekî lez xebat bên kirin."