Di erdhejê de 25 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 09:22 31 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîre Tenduristiyê daxuyand ku li Îzmîrê ji ber erheja pêk hatiye 25 kesî jiyana xwe ji dest dane û 435 kes jî hîn tedawiyê dibînin. 
 
Wezîre Tenduristiyê Fahrettin Koca, têkildarî erdheja bi pîleya 6.8 li Îzmîrê pêk hat li ser hesabê xwe yê twittirê daxuyanî da. 
 
Wezîrê ku têkildarî mijarê agahî da wiha got:"25 kesî jiyanax we ji dest da û 435 kes hîn tedawiyê dibînin. 25 kes jê di beşa lezgîn de ne û 9 kes jî emeliyata wan dewam dike. 364 kes jî tabûrcû bûn."
 
AFAD'ê jî di daxuyaniya xwe ya herî dawî de anîbû ziman ku 20 kesî jiyana xwe ji dest dane û 799 kes jî birîndar bûne.